Bi dengbêjiyê serpêhatiyên xwe tîne ziman 2026-03-20 09:03:08   Evîn Çîftçî   RIHA - Dengbêj Hediye Kalkan, jiyana xwe ya zehmet bi stranên xwe tinê ziman. Bi têkoşîna xwe ji jinên derdorê re jî dibe mînak.   Rolên civakî yên ku ji hêla avahiya feodal ve hatine ferzkirin li bajarên Tirkiye û Kurdistanê serdest bû û pratîkên wekî zewacên di temenê zarokatiyê de, şopek giran li ser jinan dihele. Ji aliyekî din ve, polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku nasnameya Kurd hedef digirin bandorê li jiyana civakî dikin. Felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelên bindest, bi taybetî jin, hiştiye ku li dijî van zextên sîstemîk berxwedanê pêş bixin û têkoşînek rêxistinkirî bidin. Vê paradîgmayê jinan ne tenê wekî qurbanî lê di heman demê de wekî hêza pêşeng a rizgariya civakî jî destnîşan kiriye.   Yek ji jinên ku bi êrîşên nijadperest û tundiyê rê rûbirû maye Hediye Kalkan e. Hediye Kalkan, bi kurê xwe re li Weranşarê ligel her cure zehmetî, zilm, tundî û hişmendiyê li ber xwe dide. Hediye Kalkan li Wêranşarê piştî ku tevlî xebatên çand û hunerê dibe bi dengbêjiyê serpêhatiya xwe ya jiyanê tîne ziman.   Destpêka poşnamiya min   Hediye Kalkan, behsa êrîşên nijadperestî û şîdeta ku wê dîtiye kir û got: "Ez ji xelkê Qerejdaxî me. Em 12 xwişk û bira ne. Jiyana me her di nav xebatên zeviyande bû. Ez hîn zarok bûm û min biryarek xelet da û ez bi yekî tirk û malbata wî neteweperest bû re zewicim. Hîn du salên min hebûn ku ez dibistana navîn biqedînim. Di dema ku em di zeviyan de dixebitîn de, malbata wî her ji min re digot 'Em te ji kurê xwe re bixwazin'. Dema ku em vegeriyan bajarê xwe, bi rastî jî tu derfeteke me tunebû. Ji ber vê yekê min biryar da û ez di 15 saliya xwe de zewicim. Bi rastî, dema ku min got 'erê', min ji bo azadiyê got 'erê'. Lê belê ne wisa bû rastî. Min biryarek xelet da. Ger malbata min rêxistin nas bikira, nedihiştin ku ez bizewicim. Di wê demê de ez jî rast nedifikirim. Ez heta îro jî ji ber wê biryarê xwe rexne dikim. Kesî ku ez pê re zewicim tiryakfiroş bû. Malbata wî difikirîn ku ez ê girêdayî wan bim, ji ber ku li Yozgatê nasek min tune bû êz bi tenê bûm. Poşmaniya min dema ku ez çûm wir dest pê kir.”   Qedexeya zimanê dayikê   Hediye Kalkan, behsa nijadperestiya malbatê wiha tîne ziman: "Dema ku ez bi dayik an dapîra xwe re bi telefonê bi kurdî diaxivîm, min lêdan dixwar. Ne dihiştin ez bi zimanê dayika xwe biaxifim. Axaftina bi kurdî li min qedexe kirin. Piştî wê gavê, min dest bi lêgerîna tiştekî din kir. Min li vir çi dikir? Li cihekî ku zimanê min ê dayikê qedexe bû? Dijminatiya Gelê Kurd dihat kirin? Dema ez li dijî wan derdiketim xezûrê min digot 'Tu bi cilê bûkaniyê hatî, tu yê tenê bi kefen ji malê derkevi'. Nedihiştin ku malbata min bê serdana min. Tenê heşt meh piştî mirina dayika xwe ez çûm cem malbata xwe. Mixabin, malbata min di vê serdema dijwar de ne li kêleka min bû û ne jî piştgirî da min."   'Pirsgirêka jinan mîna zincîrekê ye'   Hediye Kalkan, tu carî rewşa heyî û qebûl nekir, piştî salek şunde devjê berda û bi kurê xwe re berê xwe da warê malbata xwe Wêranşar e. Ji ber ku di hêla fermiyetê de zewicandi nebû ji bo Hediye Kalkan ev pêvajo wisa hêsan derbas nebû. Di hêla aborî, derûnî de pir bi pirsgirêkên tund re rûbirû ma. Hediye Kalkan serpêhatiya xwe wiha tîne ziman: "Pirsgirêka jinan mîna zincîrekê bi hev ve girêdayî ye. Min gelek lêdan xwar. Gotina min a 'erê' 18 sal ji jiyana min têk bir û winda kir. Tiştên ku ez jiyam bêtir ez pê xurt bûm. Ez di civakeke feodal de bûm û malbata min bi wê civakê ve girêdayî bû. Ez bi êşek mezin vegeriyam warê xwe. Dayika min jî ji malbata xwe zilmek mezin kişand. Dayika min li cîhekî rûdinişt û sêrpêhatiya xwe bi dengbêjiya xwe dianî ziman. Ez biçûk bûm û min dibihîst lê min fêm nedikir. Lê niha ez dayika xwe bêtir fam dikim. Tiştê ku qewimî ez kirim dengbejek. Em deyndarê jinên ku heta îro têkoşîna dane."     ‘Jin azad nebe civak jî azad nabe'   Hediye Kalkan, gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Jin azad nebe civak jî azad nabe" bi bîr xist û got: "Ez dikarim bibêjim ku her gava ez çîroka Ayşe Şanê dixwînim digirîm. Dema ku ez li jiyana Ayşe Şanê dinêrim, ez xwe dibînim. Ev pergal bû sedem ku em ji jiyanê dûr bikevin. Îro em bi heman zîhniyetê re rû bi rû ne. Jin di warê çand û hunerê de pir bi hêz in. Ger jin serî ranekin dê her kole bin. Ger min stran negota û li ber xwe neda, dê jiyana min her di nav taritiyê de ba. Bi salan e, em bi pergalek qirkirinê re rû bi rû ne. Pergalek ku hewl dide me bi her awayî asîmîle bike ku hewl dide zimanê me tune bike. Di navbera zîhniyeta ku porê jinan di şerê Rojava de dibire û wan ji avahiyên bilind diavêje û zîhniyeta ku li navenda Stenbolê jinekê dikuje de tu ferq tune. Ger jin azad nebin, civak jî nikare azad bibe."   'Divê hunermend rola xwe baş bilîze'   Hediye Kalkan, tekez kir ku divê hunermend di vê pêvajoyê de roleke pêşeng bilîzin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em qet dijminên mirovahiyê nebûn. Em naxwazin moristangan biêşînin. Kurdan ji bo parastina gelê xwe çek hildane. Ne ji bo kuştina mirovan, ji bo rizgarkirina mirovahiyê şer dikirin. Ez bi vê têkoşînê serbilind im û em tu carî nikarin deynê xwe bidin. Divê em bi hev re rast bin. Wekî Kurd, divê em li her derê rabin û yekîtiya xwe biparêzin. Felsefeya Rêber ji bo vî gelî rêyeke rizgariyê ye. Her kesê ku vê têkoşînê û Rêber nas bike, dê cîhanê nas bike. Di vê pêvajoyê de rola herî mezin dikeve ser milê hunermend û nivîskaran û divê ew vê rolê pir baş bilîzin."