Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Dema nû ya berxwedanê dest pê dike 2026-03-19 18:19:30   NAVENDA NÛÇEYAN- Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ji bo Newrozê peyamek da û got: “Newroza îsal ji bo xelkê Kurdistanê mizgîniya serkeftina mezin e. Bi ruhê yekîtiyê û hevpeymaniyê em ê ber bi serkeftinê ve gav bavêjin.”   Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê têkildarî Newrozê peyamek nivîskî da.   Di destpêka peyamê de ev hate gotin: “Newroz ji bo Kurdan ne tenê nûbûna xwezayê ye, belkû sembola têkoşîn û xweragirê, rabûn û jiyanê ye. Ji bo wê Newrozên li Rojhilatê Kurdistanê salên dûr û dirêjin bûye derfetek ji bo têkoşînkirina li dijî siaset û kevneşopiya Komara Îslamî, hemû salê xelkê Kurdistanê bi cesareta ji çiyayan û xweragiriya azadiyê îradeya çoka rejîmê û vîna wê li erdê daye. Destkeftiyên civaka sivîl ya ji bo birêvebirina Newrozê girîng in. Ev destkeftî encama têkoşîna bê westan ya gelê Kurd û hêzên siyasî ya bi salan ku li hemberî her cûre tundî, çewisandin, bikaranîna her cûre siyaset û komployên Komara Îslamî serê xwe ne tewandiye û çok ne daniye erdê.”   Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rejîma Komara Îslamî agirê şer li herêmê pêxistiye û got: “Berî vî şerî bi hezaran xwepêşanderên azadî yên li ser kolanên Kurdistan û bajarên din yên ÎRanê qetil kirin û bi hezaran kes jî girtin avêtin girtîgehê. Li gel vê hemû mafê siyasî, netewî û civakî yê Kurdan û bi taybet jinên Kurd li welatê xwe kiriye cehenem. Niha jî ji ber polîtîkayên xwe yên xirab û piştgirîkirina terorîzma dewletê pêşîgirtina aramî û aştiyê ya li herêmê û cîhanê şereke mezin destpê kiriye. Rojane navend û baregehên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi moşek û dronan dike armanc. Bi wê xeyalê ku wê pêşiya têkoşîn û xebata rizgariyê bigire. Bêguman, ev êrişên dawî ya rejîmê ya di qonaxa sekeratê de ye ne nîşana bihêzbûnê ye.”   Di beşek din ya daxuyaniyê de Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê bal kişand ser cejna Newrozê û ev got: “Newroza îsal ji bo xelkê Kurdistanê mizgîniya serketineke mezine. Li aliyekê partiyên têkoşer di çarçoveya hevpeymaniyeke siyasî de hêz û enerjiya xwe kir yek. Li aliyê din beşên civaka Kurdistanê û bi taybetî jin ji bo bidestxistina mafan tevlî nava xebat û têkoşînê bûne.   Di pîrozbahiya Newrozê de ji bo xelkê Kurdistanê piştrast dikîn ku ne moşek, ne teror û ne jî zexteke siyasî û ewlehiyê wê gavên me sist nekin. Emê hemû bi yekrêzî û Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê ber bi qonaxeke nû ya xebat û têkoşînê ve ku siberoja me diyar dike û ber bi serkeftineke nêzîk û ronîtir ve diçîn.   Cejna Newrozê û hatina sersalê li gelê Kurd pîroz dikîn, şehîdên xwe bibîr tînîn. Bi taybet şehîdên serhildana dawî yên li Kirmanşan, Îlam û herêmên din yên jêra Kurdistanê bibîr tînîn. Li dijî êrişên moşekan yên rejîma Komara Îslamî daxwaz ji xelkê Kurdistanê, hemû beşan dikin xebat û têkoşîna xwe berdewam bikin divê qonaxa hestyar de û destkeftiyên xebatên bi salan biparêzin.   Careke din di vê Newrozê de peyama xeba û têkoşînê nû dikîn. Bi serdankirina malbatên şehîdan, zarokên wêrek yên welat bibîr tînîn û bi ruhê yekîtiyê û hevpeymaniyê em ê ber bi serkeftinê ve gav bavêjin.”