Li Îranê bîlanço giran dibe 2026-03-19 13:40:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên Îsraîl û DYE'yê de yên li ser Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 15 sivîlên din jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku di nava 20 rojên dawî de herî kêm 1369 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.   Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) li ser bîlançoya 24 saetên dawî ya êrişên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên li ser Îranê û Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî da. Li gorî daxuyaniyê li 11 bajaran herî kêm 79 caran êriş hatin kirin, 15 navendên leşkerî, baregehên Muxafizên Şoreşê yên Îranê, navendên Besîcê, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, depoyên petrolê û navendên enerjiya nukleerê hatin bombekirin.   HRANA'yê diyar kir ku di encama van êrişan de 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 105 sivîl jî birîndar bûn.   Li gorî heman çavkaniyê, ji 28'ê Sibatê dema destpêkirina şer û vir ve 207 jê zarok hezar û 369 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.   Li gorî nûçeyeke Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ya ser bi dadgeriya Îranê, li bajarê Kûmê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin.   Hate ragihandin ku xwepêşandêr Mehdî Kasimî, Salih Mûhammedî û saîr Davûdî vê sibehê hatin darvekirin.   Li gorî nûçeyên ajansên navneteweyî jî xwepêşandêrên Îranî bi sûcdariya "Hevkariya bi Îsraîlê re" hatin darvekirin.