'Em ê bigihêjin rojên ronî' 2026-03-18 09:05:19   Bêrîtan Tûnç - Nazlican Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR -  Dayika Aştiyê Peyrûze Kurt a li Îzmîrê dijî, rave kir ku Newroz ji demên berê heta niha di bîranînên jinan de wekî sembola berxwedanê ye û got, "Me demên dijwar derbas kirin, lê me qet hêviya xwe winda nekir; em ê bigihîjin rojên ronîtir."   Her berxwedêrên li dijî zilma Dehaqan serî hilda, agirekî ku pêxistin hebû. Wateya Newrozê ya li ser vê axê hem cejn hem berxwedan e. Newroz navê têkoşîna li dijî tunekirin, binpêkirin û zextan e. Çîroka bi sedan jinên ku di eniya vê têkoşînê de cih girtin hene. Newroza ku pir caran bi coş û kelecan hat pîrozkirn, pir caran bi agirê hildan bûn Newroz. Lê yekane tişta neguherî têkoşîna ku wek mîrate girtine.   Dayika Aştiyê Peyrûze Kurd a ku neçar ma ji axa xwe koç bike û li Îzmîrê bi cih bû, agirê Newroza li axa xwe anî Îzmîrê û bîranînên Newrozê yên ku ji bîr nake vedibêje.   Newrozên li dijî zextan hatin pîrozkirin   Peyrûze Kurt diyar kir ku du zarokên wê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û got her du zarokên wê şeva Newrozê bi cil û bergên xwe yên didan pişt serê xwe radizan û got: “Tevî hemû zehmetiyan me Newoz bi baweriyek mezin pêşwazî dikir. Wan deman Newroz xweş bû. Em bi kelecan û bi hêviya aştiyê hatin van rojan. Çîroka Newrozeke ku qet ji bîr nakim heye. Em tirsiyan; me got wê destûrê nedin em pîroz bikin lê pir xweş û serkeftî derbas bû. Sal bi sal xweştir bû. Tevî zehmetiyan me hêviya xwe winda nekir. Me dizanibû rojên xweş li pêş me ne. Serokatiya me li gel me be em ê pir kêfxweş bin. Em azadiya wî dixwazin. Em dixwazin di Newrozan de li gel me be.”   ‘Bi agirê bedena wan ronahî afirî’   Peyrûze Kurt Newroza 1992’yan a Îzmîrê jî wiha vegot: “Sala ku Rahşan Demîrel bedena xwe da ber agir, Newroz ji bo me bi xemgînî derbas bû. Dema em diçin qadên Newrozê em bi coş û kelecan dihatin gel hev. Lê wê demê em xemgîn bûn. Rahşanê bedena xwe da ber agir û êşên me yên berê anî bîra me. Şehadeta Rahşanê nû bû û ji ber vê kêfa me tunebû. Em naxwazin tu zarokên me bedena xwe bidin ber agir. Bi agirê bedena wan em gihiştin ronahiyê. Pêşiya gelê Kurd vebû. Riya aştî û azadiyê vebû.”     Em bi hêviyek mezin ji bo Newrozê xwe amade dikin   Peyrûze Kurt got tevî zextan baweriya wan bi aştî û azadiyê heye û wiha bi lêv kir: “Min du zarokên xwe winda kir lê tu dayik naxwazin zarokên xwe winda bikin. Em Newroza 2026’an bi hêviyek mezin pêşwazî dikin û xwe amade dikin. Em Newroza serokatiya xwe pîroz dikin. Em Newroza Şehîd Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahiyan, Bêrîvanan pîroz dikin. Em ya gelê Kurd ya dayikên Aştiyê, ya Arîn Mîrkanan, ya Salîh Musliman pîroz dikin. Ez Newroza şervanên azadiyê pîroz dikim, gelê me yê li welatên din pîroz dikim. Newroza pêş me gelekî girîng e. Hêviya me ev e ku ev Newroz bibe Newroza aştî û azadiyê.”   Peyrûze Kurt wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bi coş û kelecanek mezin Newrozê pêşwazî dikin. Sedema vê jî salvegera banga Rêberê Gelê Kurd e. Çek hatin şewitandin. Dayik ji bo aştiyê hewl didin. Me tu êş ji bîr nekirine. Lê em dixwazin pêvajo erênî bimeşe û tu kes nemire, aştî bê. Bila girtî bên berdan. Gelê Kurd azadiya Rêberê xwe dixwaze.”