ROJEVA 17'Ê ADARA 2026'AN 2026-03-17 09:00:00     *Şahida Nevroza 1992'an a li Cîzîrê ku zêdetirî 100 kes lê hatin kuştin, got, "Em ê dîsa li qadên Nevrozê bin, em ê dîsa li ber xwe bidin."DÎMEN HEYE   *Ronahî û Berîvan, yên ku digotin, "Em dizanin û bawer dikin ku agirê azadiyê yê ku me pêxistiye dê bibe sedema pêketina agirên hîn mezintir," bûn jinên ku "Sirra agir fêm kirin."    *Besê Anuş, kesayeteke pêşeng a di têkoşîna rizgariya jinên Kurd de, di salvegera jidestdayîna jiyana xwe di 17'ê Adara 1981'ê de,  bi wêrekî, rola xwe di rêxistinkirina jinan de û mîrateya têkoşîna ku li pey xwe hiştiye, tê bîranîn. PORTRE   *Bi bandora Tevgera Azadiya Kurd, Newroz ji kevneşopiyeke folklorîk veguheriye qadeke berxwedan û avakirina civakî ya girseyî, ku bi agir, govend, dirûşmeyan û bi pêşengiya jinan tê xuyangkirin.