ROJEVA 16'Ê ADARA 2025'AN 2026-03-16 09:00:00     *Dema ku agirê azadiyê yê li Kurdistanê belavî metropolan bû û pêlek nû ya berxwedanê afirî, Rahşan Demîrel a ku ev şewq pêxist û li Kadifekaleyê got ‘Ez xwe dikim Newroz’  tê bîra mirovan.   *Fazîlet Taştan Arserîm  diyar kir ku qetilkirinên jinan ne şexsîye bûyerên polîtîk yên civakê eleqeder dikye û got: “Ji ber cezayên bi bandor nayên dayîn, pêvajoyên hiqûqî bi bandor nayên meşandin, qetilkirinên jinan zêde dibin.” BI DÎMEN   *Rojnameger Nezahat Dogan got di nîqaşên civaka demokratîk de, berpirsyariya xurtkirina zimanê aştiyê yaçapemeniya azad derketiye pêş û got ev yek ji esasê damezerîner ya pêvajoyê ya rojnamegeriya jinê ye.  Nezahat Dogan diyar kirin ku divê dest ji zimanê zayendperst û mîlîtarîst yê çapemeniyê bê berdan û got: “Ev di alî zelalbûna pêvajoyê de girînge. Divê deriyên Îmraliyê jî bên vekirin. An jî wê pêvajo yek alî bimîne.” DÎMEN HEYE   * Agirê Newroza ku Semayan, Rahşan, Mazluman vêxist, bi salane ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avakirina Komara Demokratîk  tê gûrkirin.   * Têgeha hemwelatîbûna wekhev ne tenê prensîbeke destûrî ye; ew di heman demê de wekî mijareke demokratîkbûnê ku di nîqaşên li ser nasname, pirrengî û avahiya dewletê de cih digire, dîsa ketiye rojevê.