Newroza Mûş, Qoser û Agiriyê hatin taloqkirin 2026-03-15 09:52:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Pîrozbahiyên Cejna Newrozê ya li Mûş, Qoser û Agiriyê ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş hatin paşxistin.    Pîrozbahiyên Newroza îsal bi dirûşmeya "Azadî û Demokrasî" tê pîrozkirin ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş li Mûş, Qoser û Agirîyê hatin paşxistin. Derbarê paşxistina Cejna Newrozê de, Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Summeye Boz li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev daxuyanî da: "Gelê hêja, pîrozbahiyên Cejna Newrozê yên ku me plan kiribû îro (15'ê Adara 2026'an) li dar bixin ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş ji bo demek din hatin paşxistin. Bi hêviya ku ruhê azadî û yekîtîyê di demek nêzîk de ji bo me hemûyan geş bibe."