Newroza Meletî: Em ê avakirina aştiyê bidomînin 2026-03-14 15:19:19   MELETÎ - Newroza Azadî û Demokrasiyê li Meletiyê bi coş hate pîrozkirin. Ayten Kordu ya ji DEM Partiyê got, "Li ser banga Birêz Ocalan, em ê di vê Cejna Newrozê de fikra civakeke demokratîk û aştiyê li her derê bi hev re ava bikin."   Bi sedan welatî li xaçerêya Emeksiz a li navenda Meletiyê beşdarî Newroza "Azadî û Demokrasiyê" bûn. Bi cilên zer, sor û kesk, ji biçûk heta mezinan her kes bi coş û heyecaneke mezin tevlî govendê bû.   Pîrozbahiya Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir û dirûşma "Şehîd namirin" gelek caran hate berzkirin. Komîteya Amadekar a Newrozê gel silav kir û. Saziyên demokratîk ên li bajêr axaftinên kurt kirin. Piştre, komeke erbanê ya jinan derket ser dikê.   'Em ê bi hev re azad bibin'   Parlamentera Dêrsimê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partî) Ayten Kordu got, "Em ê bi hev re azad bibin. Cejna Newrozê bi têkoşîn û berxwedanên mezin gihîştiye van rojan. Yên ku dîroka Cejna Newrozê afirandine, yên ku Cejna Newrozê anîne vê rojê, berpirsiyariyên mezin jî dane ser milên me. Li dora me şer heye. Gelan bi hev didin şerkirin. Emperyalîzm û hêzên hegemonîk careke din polîtîkayên xwe di bin siya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dimeşînin. Bi banga civaka demokratîk a ku Birêz Ocalan di 27ê Sibatê de li Îmraliyê da destpêkirin, em dixwazin li dijî hemû şeran civakek demokratîk ava bikin. Bêyî ku em xwe bispêrin wan kesên ku di bin siya emperyalîzmê de polîtîkayên şer dimeşînin, ne jî hêzên yekpare yên ku bi rejîmên Mela û mezhebên olî gel di bin zextê de dihêlin, me ji bo her beşê ev gotiye: Komarek demokratîk, jiyaneke demokratîk, yekîtî rêya me  ye. Bi banga Birêz Ocalan, em ê fikra civaka demokratîk û aştiyê bidomînin." di vê Newrozê de jî.” "Em ê li her derê  israra xwe ya li ser demokrasiyê bidomînin."   Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek jî got, " Ji gelê Kurd  hemû Newroz girîngin lê Nwroyza 2026'an  gelek girînge. Ji ber ku pêvajoya aştî û demokrasiyê dest pê kiriye. Lê daxwazên gel hene. Kurdan çek danîn lê daxwazên wan ji dewletê hene divê dewşet gavan biavêje."   Piştî axaftinan pîrozbahî bi govendê hat dewamkirin.