ROJEVA 13'YÊ ADARA 2026'AN 2026-03-13 09:00:00   ROJEVA 13'YÊ ADARA 2026'AN   *Hevberdevka Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku Newroza îsal ji aliyê nîqaşên li ser yekîtî, aştî û çareseriyên demokratîk ve bi serdemeke krîtîktir ji salên berê re hevdem e û got ku daxwaza yekîtîya Kurdan û civateke demokratîk dê di pîrozbahiyên Newrozê de were nîşandan. DÎMEN HEYE   *Endama Akademiya Jîneolojiyê Eylem Akti girîngiya pêvajoyê ya di aliyê azadiya jinê û peyama dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û wiha got: “Jinan li hemû qadên jiyana civakî ji bo hebûna xwe bidin xuyakirin deriyê demek nû vekirin. Divê jin li maseyên aştiyê  cih bigirin.” DÎMEN HEYE    *"Abdullah Ocalan  datîne holê ku aloziya di civakê de çawa dikare erênî be.Di vê esasê de  sekna derketina dij-kolonyal a 1970’ê  bezand û wateyên nû, pratîk û pêşniyarên nû kir. Sosyalîzma demokrtîk, enternasyonalîzma komunalîst a nû, netewa demokratîk hinek ji van e.  Ev nayê wateya ku teza mêtingeriy^e ji holê rabûye, berovajî vê mêtîngeriyê ev hat koletiya jinê. Ya guheriye; nêzîkatiya diyalektîk e." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Bandora şerê ku DYA-Israîlê li herêmê daye destpêkirin li Lubnanê krîza aborî giran dike, koçberiyê zêde dike û raste rast bandorê li jiyana jin û ciwanan dike.   *Li Girtîgeha Amedê li Rehyan Kumru ya girtî sîxurî tê ferzkirin. Hast diyarkirin ku kesên ji îstîqbaratê hatine xwestine pê re hevdîtinê bikin û sîxurî lê ferz kirine.