Şer ket roja xwe ya 13'yemîn 2026-03-12 13:21:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê Îsraîl, Amerîka li dijî Îranê ket roja xwe ya 13'yemîn de. Encamên şerê Îsraîl, DYA û Îranê bi dirêjbûna demê re girantir dibe.    Şerê Îsraîl, Amerîka li dijî Îranê ket roja xwe ya 13'yemîn de. Şer bi dijwarî didomê û bi lez bandor li ser ewlehiya herêmê û aramiya bazarên enerjiyê yên cîhanê dike. Şerê heyî bandore li gelek dewletên Rojhilata Navîn dike. Metirsiyên navneteweyî jî hene ku şer berferehtir bibe.    Li gorî daneyan di encama şer de heta niha zêdetirî 1300 kes li Îranê hatine kuştin û zêdetirî 4 hezar kes jî birîndar bûne. Di êrişên moşek û dronan yên Îranê de li Îsraîlê 54 kes hatine kuştin û zêdetirî 600 kes jî birîndar bûne. Her wiha li bingehên Amerîkayê yên li herêmê jî heft leşkerên Amerîkî hatine kuştin û zêdetirî 30 leşker birîndar bûne.   Li ser pêşniyara dewletên Ereb li Neteweyên Yekbûyî derbarê êrişên Îranê yên li ser dewletên Ereb civînek pêk hat. Di civînê de li biryara şermezarkirina êrişên Îranê hate dayîn. Ji 15 endamên Lijneya Daîmî ya NYê 13 dewletan piştgirî da biryarê, Çîn û Rûsya jî bêalî man. Balkeş e ku yekem car e Çîn û Rusya di biryarek li dijî Îranê de bêhelwest man.