Bi sedan malbat ji bo vegerin Efrînê bi rê ketin 2026-03-10 10:32:31   Jiyan Gencan   HESEKÊ - Bi sedan malbatên ku ji Efrînê hatin koçberkirin ji bo vegrin cîh û warên xwe ji bajarê Hesekê ber bi Efrînê bi rê ketin. Malbatên ku bi rê ketin wê biçin navçeyên Efrînê yên Cindirês, Şiyê û Mabata.   Li gorî peymana ku di 29'ê Çileyê de di navbera QSD û Hikûmeta Demkî ya Şamê de hat îmzekirin û di 30'ê Çileyê de hat eşkerekirin de mijara sereke vegera bi ewle ya koçberan bû. Di çerçoveya xalên hevpeymanê de li bajarê Hesekê 400 malbatên ku ji Cindirês, Şiyê û Mabata ne ber bi Efrînê ve bi rê ketin.   Malbatên ku vedigerin Efrînê kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku wan di 8 salan de gelek zahmetî dîtin û 3 caran ji cîh û warên xwe koçber bûne. Malbatan diyar kir ku berxwedana wan serkeftî bi encam bûye û niha jî bi govend û stranan ew ji bo Efrînê tên oxirkirin.    Li ser vegera Efrînê jinan ji ajansa me re nirxandin kir..   'Heviya me ya Vegerê pêk hat'   Emîne Hisên ku wê pîştî 9 salan  vegere Efrînê ev nirxandin kir: " Ew bû 9 sal in em ji cîh û warên xwe koçber bûne, me gelek zor û zahmetî dîtin. Me hemû rengê êşan dît. Rûxmî wê me tu caran hêviya xwe ya vegera li Efrînê qut nekir. Bi wê hêvî û baweriyê em îro vedigerin cihê xwe, mala xwe. Wekî gelê kurd em ê bi zimanê xwe û rengê xwe bijîn. Em ê niha vegerin Efrînê û malen xwe ji nû ve ava bikin, em ê biçin nava darên zeytûnan wê hesreta salan bi dawî bibe. Em ê biçin dîsan Efrînê ava bikin, bi hemû pêkhateyên Efrînê re em ê bijîn. Pîştî ewqas êş em vedigerin cîh û warên xwe. Daxwaz û heviya me ew bû, ew jî pêk hat. Em biçin em ê têkoşîna xwe bi her awayî berdewam bikin."   'Bi saya keç û xortên kurdan em vedigerin Efrînê'   Dayikeka temen mezin ku hatibû Efrîniyan oxir bike û ew jî ji Efrînê ye wiha got,"Me heta niha xweşî nedît, gelek zahmetî dîtin di riya koçberiyê de., lê niha em kêfxweşin vegera li Efrnê dest pê kir. Bi saya şehîdan û keda bi hezaran keç û xortên ciwan wa em digihêjin Efrîna xwe."   Bi sitran û govendê hatin oxirkirin   Pîştî kombuna 400 malbatên ku wê vegerin Cindirês, Şiyê û Mabata bi sedan şêniyê herêmê ji bo oxirkirina wan li çerxerêya panaroma kom bûn û bi stran û tilîliyan ew oxir kirin.