Li Mûşê daxuyaniya têkildarî Newrozê 2026-03-09 15:37:07   MÛŞ - Hevseroka DEM Partiyê ya Mûşê Çîçek Tutuş, têkildarî pîrozbahiya Newrozê ya li Mûşê got: “Di 14’ê Adarê de dê li navçeya Kopê û di 15’ê Adarê de jî li navendê bê pîrozkirin. Bila tevahiya gelê me bi sekna xwe ya birûmet, bi nasname û çanda xwe biherike qadê.”    Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê, têkildarî pîrozbahiya Newrozê, li avahiya DEM Partiyê ya Mûşê daxuyanî da. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Çîçek Tutaşê di daxuyaniyê de got ku pergala kapîtalîst ji bo bêhtir kedxwariyê bike li seranserî cîhanê şeran derdixîne û çareseriya li dijî vê jî perspektîfa Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.    Di berdewama axaftina xwe de Çîçek Tutuşê diyar kir ku divê gelê Kurd di Newroza îsal de xwedî li îradeya aştiyê ya Abdullah Ocalan derkeve û ev tişt anî ziman: “Ji bo aştiyeke mayinde çêbibe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe berpirsyartiyeke dîrokî. Ev daxwaz, hêza îradeya pêşeroja hevpar a gelan xurt dike û weke erk û rojeveke sereke ya siyasî li pêşiya me disekine. Îdeolojiya azadiya jinê ku hêvanê têkoşîna azadiyê ye gerdûnî kir û ji bo mirovahiyê kir hêvî. Îradeya azadiya jinê ya di berxwedana Rahşanan, Ronahiyan, Zekiyeyan û Bêrîvanan de teşe girtiye, îro bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ re gerdûnî bûye û mizgîniya jiyaneke nû dide mirovahiyê.”    Wekîla DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî da zanîn ku Newroza 2026’an dê bi dirûşma “Azadî û demokrasiyê” were pîrozkirin. Sumeyye Bozê, got ku dê Newroza îsl di 14’ê Adarê de li navçeya Kopê û di 15’ê Adarê de jî li rex Gara Trênê ya li navenda bajar bê pîrozkirin. Sumeyye Bozê got: “Bila tevahiya gelê me bi sekna xwe ya birûmet, bi nasname û çanda xwe biherike qadan.”