Dengê ji Marmarayê bilind bû: Wekhevî azadî û têkoşîn 2026-03-08 20:49:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Marmarayê jinan diyar kirin ku polîtîkayên bêcezahiştinê yên dewletê tundiyê giran dike û gotin wê li dijî polîtîkayên şer, xizaniya jinê piştevaniyê mezin bikin.   Li herêma Marmarayê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi sedhezarna jin daketin qadan. Jinên meş pêk anîn li dijî tundî, xizanî û polîtîkayên şer banga mezinkirina têkoşînê kirin.   Kocaelî   Platforma Jinan a Kocaeliyê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li ber Bankaya Navendê hatin ge hev û berbi Parka Sabrî Yalim ve meşiyan. Jinan pankarta ‘em têkoşînê mezin dikin’ vekirin û dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ vekirin û dirûşme berz kirin.  Li ser navê jinan Sekterra Jinan a Şaxa Egîtîm Sen a Kocaeliyê Aynur Işik daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku jin li dijî binpêkirin û serdestiya mêr îtîraza xwe didomînin û got li Tirkiyeyê mafê jiyana jinan roj bi roj zêdetir dikeve bin tehdîdê û got: “Tundiya li ser jinan her diçe mezin dibe. Feshkirina Peymana Stenbolê jî nîşan dide ku cînayetên jinan polîtîkin. Divê Peymana Stenbolê ji nûve bînin û qanûna hejmar 6284 bi bandor pêk bê. Em dixawzin beden, ked û gotina me di esasa welatîbûna wekhev de heyî be û bikeve bin ewlehiyê.”   Gebze   Platforma Jinan a Gebzeyê jî di çarçoveya 8’ê Adarê de ji ber Tarîhî Çeşme ya Sûka Kev heta Qada Gebzeyê meşiyan.   Bursa   Platforma Jinan a Bursayê jî bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji Qada Fomara Heta, Kent Meydani meşiyan.  Daxuyanî li ser navê jinan ji aliyê Buse Nur Çoban  û Sumeyye Îstemî ve hat xwendin.di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jin li dijî polîtîkayên şer, xizanî û tundiy^edaketine kolanan û gotin wê lid ijî vê pergalê piştevaniya jinan mezin bikin.    Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.