Li Lorient û Marsîlyayê 8’ê Adarê 2026-03-08 19:39:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Li du barjarên Fransa yê bi minasebeta 8’ê Adarê  jin daketin qadan û çalaki li dar xistin.   Li bajarên Lorient û Marsîlya yên Fransayê, bi sedema 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi beşdariya girseyî ya jinên Kurd meş hatin li dar xistin.   Li bajarê Lorientê, beşdar saetên nîvro li Meydana Place Paul Bert civiyan. Piştî axaftinên kurt, girse bi sloganên xwe ber bi navenda bajêr ve ketin rê. Di meşê de bal hat kişandin ser mafên jinan, wekheviya zayendî û têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinê.   Kurdistaniyên li Lorientê dijîn, endamên Komeleya Elewiyan a Morbihanê û endamên BİRKAR’ê jî beşdarî çalakiyê bûn û piştgirî danê. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku 8’ê Adarê ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye, lê sembola têkoşîna wekhevî, azadî û edaletê ye ku jin bi salan e dimeşînin. Her wiha bang hat kirin ku piştevaniya jinan were mezin kirin.   Meş bi daxwazên mîna xuya kirina keda jinê, dabînkirina wekheviya zayendî û bidawîkirina tûndiya li ser jinê, bi slogan û peyamên piştevaniyê bi dawî bû.   Marsîlya   Li bajarê Marsîlyayê jî, bi sedema 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi hezaran jin daketin qadan. Di meşa ku bi pêşengiya jinên Kurd hatin li dar xistin de, peyamên têkoşîna azadiya jinê û piştevaniyê derketin pêş.   Meş li Qada Canebière dest pê kir; jinan wêneyên jinên Kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hildan û slogana “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Meş heta Vieux-Portê ku yek ji cihên sembolîk ên Marsîlyayê ye domiya.   Di axaftinên li vir de hate diyarkirin ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd ji bo jinên cîhanê hemûyan çavkaniya îlhame ye. Di çalakiyê de li dijî tûndiya li ser jinê, polîtîkayên şer û êrîşên li ser destkeftiyên jinan bangên têkoşînê hatin kirin.   Bername bi nîşandana Koma Folklorê ya Jinên Ciwan a Marsîlyayê û bi govendên li ber muzîka Kurdî bi dawî bû.