Jinan ji Dîlokê bang kirin: Em li dijî pergala qirêj li qadan e 2026-03-08 19:23:40   DÎLOK - Bi sedan jinên li Dîlokê hatin gel hev di çarçoveya 8’ê Adarê de meş pêk anîn. Di axaftinên hatin kirin de balkişandin ser binpêkirina keda jinê, qetilkirina jinan û şer.   Bi pêşengiya Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê  bi tevlibûna gelek rêxistinên jinan bi sedan jin li Parka Yeşîlsu ya Şahînbey hatin gel hev û ji vir berbi Qada Balikli meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî hatin berzkirin.. Parlamentera DEM Partî ya Sêrtê Sebahat Edogan Saritaş û Parlamentera EMEP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca tevli bernameyê bû.   Li Parka Yeşîlsu li ser navê jinan Gul Fîdan Ozpolat daxuyanî xwend û wiha got: “Em têkoşîna hemû jinan  ya ji Temel Conta heta Dîgel Tekstîl, ji Şik Makas heta Mîgros Depo, ji Xezayê het aRojava, ji Ukraynayê heta Îran û Afganîstanê silavdikin. Binpêkirina keda jinê he rdiçe giran dibe.  Hefteya borî de 6 jin hatin qeitlkirin. Di hefteya 8’ê Adarê de mamoste Fatmanur Çelîk li dibistanê ji aliyê xwendekarê xwe ve hat qetilkirin. Heman rojê li Zeytînburnu jinek din bi zaroka xwe re mirî hat dîtin. Em wê dest ji xwedîderketina li jiyana xwe berndin.”   ‘Herî kêm rojê jinek tê qetilkirin’   Piştre Sebahat Saritaş axivî û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got:” Em li dijî zîhniyeta qirêj ya serdest a mêr  serhildana xwe mezin dikin. He roj jin tên qetilkirn. Em dibêjin ku ev serhildana me e. Em ne şer em aştiyê esas digirin. Keda jinan her roj tê binpêkirin. Emê li dijî vê zîhniyetê her roj li qadan bin.”   Piştre Sevda Karaca Demîr jî axivî û daxuyakirin ku yekitî ji bo hemû jinan girÎnge û got: “Em ê bi berxwedanê têbikoşin. 8’ê Adarê roja avakirina pêşeroja jinan e. Li me hemûyan pîroz be.”   Endama Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Kevser Turk jî axivî û got ew dema bên gel hev wê dîwarên tirsê hilweşînin û wê bi yekitiyê jiyana xwe biparêzin.