Li Belçîkayê jinan peyama wekhevî û azadiyê da 2026-03-08 17:34:42   BELÇÎKA- Li Brukselê bi hezaran jin di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hatin gel hev û daxwaza azadî û wekheviyê anî ziman.   Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li paytexta Bruksel a Belçîkayê bi hezara jin daketin kolanan.  Jinên li Grand Place hatin gel hev, 8’ê Adarê pîroz kirin.   Jin bi cil û bergên gelerî tevli mîtîngê bûn, dirûşme berzkirin, govend gerandin û peymanên piştevaniyê dan. Seranserê meşê bê navber dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ hat berzkirin.Di meşê de peyamên piştevaniyê ya bi tevgera jinên Kurd re re hat dayîn.   Di meşa ku li navenda bajar berdewam kir de daxwaza jiyaneke azad û wekhev û her wiha têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê hat kirin.