HRW: Êrişa li dijî dibistanê divê weke sûc şer bê lêkolînkirin 2026-03-08 09:44:11   NAVENDA NÛÇEYAN - HRW’ê, diyar kir ku divê êrişa li dijî dibistaneke xwendekarên keç a li başûrê Îranê de ku 175 xwendekar hatibûn qetilkirin, weke sûcê şer bê lêkolînkirin.    Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku êrişa kujer a li ser Dibistana Seretayî ya Secere-i Tayyibe ya li eyaleta Hurmurganê ya Îranê di çarçoveya sûcê şer de bê lêpirsîn. Di êrişê de 175 zarokan jiyana xwe ji dest dan.   Êrişa ku sibeha 28'ê Sibatê hate kirin, di nava pêla êrişên hewayî ya hêzên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê de pêk hat. Hikumeta Îranê ragihand ku êriş ji aliyê koalîsyona DYA-Îsraîlê ve hate kirin, herdu welatan jî berpirsyarî qebûl nekirin.   Lêkolînera Laboratûarê ya Lêpirsîna Dijîtal a HRW'ê Sophia Jones got: “Divê êriş bi berfirehî bê lêpirsîn, şert e ku bê lêkolîn bê berpirsyaran zanîbûn dibistan e yan na. Yên ku ji êrişên neqanûnî berpirsyar in divê hesab bidin."   Dibistan li nêzî navenda Hêzên Derveyî ya Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê jî be, li gorî daneyên HRW'ê dibistan bi dîwarekî ji herêma leşkerî cuda ye û deriyê wê jî ji kolaneke cuda ye.   Serê sibehê Serokê DYA'yê îdia kir ku li pişt êrişê Îran heye.