Kovara Jinê bi manşeta ‘Heta jin azad nebin nabe’ derket 2026-03-08 09:43:14   STENBOL - Kovara Jinê vê hefteyê bi manşeta “Heta jin azad nebin nabe!” derket.    Hejmara 158’an a kovara Jinê vê hefteyê bi manşeta “Heta jin azad nebin nabe!” derket. Di vê hejmarê de kovarê cih da têkoşîna jinan a dîrokî, kedê, berxwedana jinên girtî û têkoşîna li dijî polîtîkayên tundî û cînayetan.    Nivîsên di hejmara nû de ev in:    * Dîrokçeya 8’ê Adarê / Zuhal Tekîner   * Ji bo maf û azadiya kedê li her qadê têkoşîn / Sîmge Yardim    * Ruhên azad ên li dîstopyayê utopya ava kirin / Oznûr Deger    * Siyaseta li dijî jinan hatiye avakirin / Yuksel Mutlu    * Dikare pêşiya cînayetên jinan were girtin / Fîdan Ataselîm