Jinên ciwan pêşbirkeke bezê û bisêklêtan li dar xist 2026-03-06 14:33:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan pêşbirkeke bezê û bisêklêtan hate lidarxistin.   Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Kobanê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de pêşbirkeke bezê û maratona bisîklêtan li dar xistin.   Bi dehan jinên ciwan tevlî pêşbirkê bûn ku ji Qada Saetê destpê kir û li Qada Jina Azad bi dawî bû.   Di dawiya pêşbirkê de jinên serkeftî hatin xelatkirin û dirûşmên " Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.