Li Îranê tifaqa xwendekaran 2026-03-01 14:04:11 NAVENDA NûÇEYAN - Xwendevanên zanîngehê yên li Îranê hevpeymanek avakirin û hate gotin: “Werin em ji bo pêşerojeke hemdem û demokratîk dengê xwe bilind bikin.”   Komên xwendevanan ên ji herêmên cuda yên Îranê, di pêvajoyeke dîrokî û krîtîk a welat de hatin gel hev û ragihand ku wana hevpeymanek xwe ava kirine.   Di daxuyaniya xwendevanên zanîngehê de wiha hate gotin: “Di demeke miletê Îranê yê wêrek ji bo rejîma faşîst û zexta olî bi temamî hilweşîne rabûye ser pêyan de em jî di vê kêliya dîrokî û krîtîk de hebûna xwe radigihînin. Di demeke dîwarên zexta olî di derizin, xetereya ku zext bi şêweyeke cuda xwe jinûve birêxistin bike de, em jî xwe dispêrin aqilekî rexnegir û mîrateya tevgera xwendevanan. Vê jî kir ku em lihev bicivin.”   Xwendevanan, diyar kir ku ewê tiştên di protestoyên meha Çileyê de hatine jiyîn ji bîr nekin û rêgez û bingeha fikrî ya tifaqa xwendevanan wiha rêz kir:    *Li dijî paşverûtî û tîraniya mîratgir seknekî zelal: Em li hemberî şêx û şêxan serî natewînin. Şoreşa gelê Îranê, rêwîtiya azadî, wekhevî, laîktî û demokrasiyê ye. Hewldanên ji bo dîrokê jinûve bînin û rejîma qraltiyê jinûve ava bikin, xiyaneta li dijî rêgeza azadiyê ye. Em ê teslîmî ‘xerab û hêj xerabtir’ê nebin û vebijêrka me, rêveberiya gel e.   *Sînorkirina faşîzm û totalîterîtiyê: Tevgera me bi aşkerayî vê radigihîne; dirûşma ‘Yek welat, yek al, yek lîder’, serdema tarî ya Almanyaya Nazî bi bîr dixe û tu eleqeya xwe bi demokrasiyê re nîne. Ev tevgera ku bi daxwaza xwe ya text, tunekirin û dirûşmên mirinê tên bibîranîn, hewl dide baweriyên li ser navê wê ne faşîst bitepisîne û daxwazên azadiyê yên tevgera jinê asteng bike. Ev kesên ku siyaset bi gef û tirsên qirêjî kirine, ji bo pêşeroja Îranê xetere ne. Em ê destûrê nedin ku Kurdan, Tirkan, Belucan û hemû ewladên vî welatî weke ‘dabeşkar’ nîşan bidin û bi rêya zexta leşkerî serweriya Îranê tesîs bikin.   *Zanîngeh: Keleha azadiyê ne, stargehên takekesiyê nînin û cihên piranîparêziyê ne. Em hemû hewldanên bi darê zorê dirûşman bi xwendevanan didin fezkirin bi tundî red dikin. Xwendevan, amûra propagandayê yên tu dîktatoran nînin. Hewldanên ku bikaranîna xwîna xwendevanên şehîd ji bo şexsê xwe û malbata xwe, heqaretekî li dijî zanist û têkoşînê ye.   *Piranîparêzî û aqilê kolektîf: Tifaqa me, xwe dispêre ‘aqilê kolektîf’, xwe naspêre ‘takekesiyê.’ Armanca me ne piştgirîdayîna kesekî ye, armanca me xurtkirina civaka sivîl e. Weke kesên komarparêz, em pergaleke ku hêz tê de demkî, diguhere û hesabê dide dixwazin.   *Banga yekitiyê: Em bang li hemû xwendevanên azadîxwaz, laîk, çepgir, weltaparêz û demokrat, hemû kesên dilsozên azadiya Îranê dikin ku tev li vê tifaqê bibin.”   Daxuyanî, wiha bi dawî bû: “Yekitiya me ya zanebûn, li dijî zexta heyî û zordestiya di kêmînê de, dîwareke qewî ye. Weke dengê rasteqîn ê gelê Îranê, werin em ji bo pêşerojeke hemdem û demokratîk dengê xwe bilind bikin.”