Endama Karavana Gel: Divê em têkoşîna xwe berfireh bikin 2026-03-01 09:03:00   Gulîstan Gulmuş   RIHA - Endama Karavana Gel ya bi gelê Rojava re di piştevaniyê de ye, Lorena Saranîero wiha got: “Kobanê hîna di bin dorpêçê de ye. Rewşa mirovahî her diçe krîtîk dibe. Divê em têkoşîna xwe berfireh bikin.”   HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayê Tirkiyeyê di 6’ê Çileyê de êrîşî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Piştî êrîşan di navbera HSD û HTŞ’ê de di 30’yê Çileyê de agirbest hat îlankirin û peymana entegrasyona demokratîk hat îmzekirin. Tevî îmzekirina peymanê Kobanê hat dorpêçkirin. Li dijî êrîşan di serî de li Kurdistanê û her derê cîhanê çalakî, meş û bang hatin kirin. Yek ji aliyê li dijî êrîşan bêdeng nema ciwanên etnernasyonalîst yên di Karavana gel bû.   Karavana gel di 30’ê Çile de gihiştin Pirsûsê û piştî meş û daxuyaniyê ji bo vegerin welatê xwe derketin rê. Lê polîsan li Bêrecukê karavan rawestand û ciwan binçavkirin. Di bin çavan de lêgerîna tazî û hewldana destdirêjiyê li ciwanan hat kirin. Piştî çend rojan ciwan hatin dersînorkirin û şandin welatê wan.    Lorena Saranîero ya di karavan de cih digire ji ajansa me re axivî.   ‘Kobanê hîna di bin dorpêçê de ye’   Lorena Saranîero der barê êrîşên HTŞ’ê yên di 6’ê Çilê de destpêkirine de axivî û got: “Piştre bi armanca bertekê em çûn Pirsûsê û em li wir hatin binçavkirin. Li wir bi sedhezaran kes neçar man ji malên xwe derkevin. Jin li bazaran hatin firotin, rastî destdirêjiyê hatin. Cenaze ji avahiyan de hatin avêtin.Niha Kobanê di bin dorpêçê de ye. Tirkiyeyê alîkariyên mirovahî yên ji bo Kobanê bi dehan carî asteng kir û vê rewşê gelek kes ji alîkariya tibî bêpar hişt. Rewşa mirovahî ya li Kobanê her diçe krîtîk dibe. Nexweşî zêde dibe û dermankirina van ne pêkane.”   ‘Civakek nû hat avakirin’   Lorena Saranîero destnîşan kir ku sedema van tiştên tên jiyîn eve ku DYA dixwaze li Rojhilata Navîn ji nûve hegemonyayê bi dest bixe û wiha pê de çû: “Israîl li Fîlîstînê qirkirinê didomîne. Dewleta Tirk jî li Îranê piştgiriyê dide DYA’yê. Gelê Kurd bû parçeyek vê plana emperyalîst. Bi hezaran şervanên Kurd ji bo DAIŞ’ê têk bibin şehîd ketin û ji bo parastina berjewendiyan DYA carek din li gel îslamiyan cih digire.  Me demên dijwar jiyan û zehmet jiyan lê niha şoreşa Rojava  bi berxwedaneke dîrokî didome. Banga gelê Rojava eve ku ji bo civakek adîlane û aştiyane hemû mirovahî têbikoşe.”   ‘Divê em têkoşînê berfireh bikin’   Lorena Saranîero got di vê pêvajoyê de li gelek deverên cîhanê serhildan çêbûne û rihê yekitiyê li Kurdistanê derketiye pêş. Lorena Saranîero di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Aliyên cuda yên Kurdsitanê îradeya hevpar îlankirin û yekitiya xwe nîşan dan. Em li Tirkiyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin rawestandin û dersînorkirin. Divê em li dijî êrîşan bêdeng nemînin û têkoşîna xwe berfireh bikin.”