Li Dêrsîmê ‘jiyana demokratîk’ hat nîqaşkirin 2026-02-28 18:41:37   DÊRSÎM - Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, çalakî û bernameyên jinan berdewam dikin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), li Dêrsimê panelek hat lidarxistin.   Li Dêrsîmê di çarçoveya 8’ê Darê de bi pêşengiya TJA’yê panel hat lidarxistin.Panel li kafeyekê bi beşdariya gelek kesan pêk hat. Di panelê de Hevberdevka Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu û siyasetmedar Gultan Kişanak wekî axêver beşdar bûn. Moderatoriya panelê jî Hevseroka DEM Partiyê ya Dêrsimê Humeyra Tusun Yegîn kir.   Kesên hatin qetilkirin hatin bibîranîn   Yuksel Mutlu diyar kir ku jin ne tenê di 8’ê Adarê de, di her qada jiyanê de li ber xwe didin û wiha axivî: "Bîreke xurt a jinan heye. Jinan ev bajar, ev ziman û ev bawerî heta îro anîne. Ez li ber bîranîna hemû jinên me yên ku di salên 1937-38’an de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Îro hebûna Elewîtî, Kizilbaşî û Kurdbûna me bi saya keda wan e."   Yuksel Mutlu bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk û got ku ger hevrûbûnekî dîrokî pêk were, divê ev bi Kurd, Elewî, Ermen û jinan re be.   'Emê xwedî li nirxên xwe derkevin’   Gultan Kişanakê jî di axaftina xwe de diyar kir ku azadî bêyî kedê nabe û ev tişt got: "Divê em xwedî li nirxên vê axê derkevin. Dêrsim ne tenê bajarek e, nasnameyek e. Dêrsimîbûn bi berxwedan û azadiyê dibe nasname. Ziman û baweriya me du hêmanên bingehîn ên vê nasnameyê ne."