‘Jin aktorên sereke yên yekitiya gelê Kurd in’ 2026-02-28 09:03:02   AMED - Delegeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Safiye Akdag destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî ya Kurd bi taybetî bi berxwedana Rojava eşkere bûye û diyar kir ku jin aktorên sereke yên vê yekitiyê ne ku hem bedel dane û hem jî ev yekîtî xurt kirine û bal kişand ser girîngiya dîrokî ya yekîtiya neteweyî ji bo pêşeroja Gelê Kurd.   Di rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn a tijî nakokî de, têkoşîna gelê Kurd ji bo hebûnê ne tenê bi berxwedana çekdarî, di heman demê de bi lêgerîna yekîtî, hevgirtin û vîna hevpar ve jî tê biteşekirin. Girîngiya vê bi taybetî li Rojava piştî êrîşên li ser gelê Kurd, girîngiya yekîtîya neteweyî xwe da nîşandan. Ev dengê kolektîf ku jinên Kurd jê re pêşengtî kirin, hişmendiyek siyasî û bîrek civakî afirand ku sînor derbas kirin. Ji ber vê yekê, yekîtiya neteweyî ne tenê pêdiviya herî bingehîn a ji bo îro ye,  di heman demê de dê pêşeroja gelê Kurd diyar bike.   Di vê çarçoveyê de Hevşaredara Yenîşehîrê ya Amedê û delegeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Safiye Akdag, li ser mijarê axivî.   ‘Pêvajoyê nîşan da  ku yekîtî çixwasî girîng e’   Safiya Akdag anî ziman ku bi salan e ji bo yekîtiya kurdan bi taybetî hem jinan û di têkoşîna ji bo azadiyê ku aliyekî wê dîplomasî û aliyekî ve jî siyaset e hertim ji bo yekitiya netweyî xebat hatine meşandin. Safiye Akdag destnîşanê êrîşên li dijî Rojava jî kir û got ku piştî êrîşên li ser Rojava û berxwedana Rojava ku di pêşengiya jinan de hatiye kirinû wiha domand, “Bi vê berxwedanê re careke din derket holê ku yekitî çiqasî girîng e. Ji bo hemû gelên ku bindestin, li hember bindestî û bêhiqûqiyan têkoşînê didin yekitî gelek girîng e. Lewra taybetiya yekîtiya kurdan bi pêvajoya Rojava derket holê. Li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat em dikarin bibêjin ku di sala 2014’an de yekîtiyek xurt derketibû holê, lê niha li çar aliyê Kurdistanê hemû kurd bûne yek deng. Bûne yek dil û ji bo Rojava dengê xwe bilind dikin û vîna xwe dan nişandan. Bi taybetî jinan di vê pêvajoyê de gelek bedel dane û hîn jî didin. Jinan gelek ked jî dane.”   ‘Yekîtiya neteweyî bi qîmet e’   Safiye Akdag diyar kir ku ger ev yekîtî derneketiba holê di vê pêvajoyê de hemû cihan bêdeng bû û dê gelê Kurd bi taybetî li rojavayê Kurdistanê di komkujieke mezin re bihat drebaskirin  Safiye Akdag wiha dirêjî da axaftina xwe “Her wiha ev dibe ku li hemû Kurdistanê jî belav bibûya. Gel di ferqa vê pêvajoyê de bû. Ger ku ev helwest yekîtiyê derneketa holê dê îro rewş ne wisa bibûya. Lewre li hember qirkirina Gelê Kurd, li hember bêhiqûqî û zordestiyê em yekîtiya kurdan a netewî girîng dibinin.”   ‘Xebatên me yên platformê didomin’   Safiye Akdag bi lêv kir ku xebatên wan ên platformê ne bi tenê li bakûr, her wiha li Rojava, Rojhilat û Başûr jî tên meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Di bin navê platformê de xebatên me bê navber didomin. Li Bakur jî em wek jinên kurd hemû jinên di vê platformê de ne li ser partiyan kîjan fikir be, an jî xwedî kîjan bîrdoziyê be xem nîne ji bo yekîtiya kurdan li vê derê ligel hev bi salane dixebitin. Ji xwe her ku diçe ev platform berfirehtir dibe. Banga me ew e ku hemû jinên kurd li ku derê dibin bila bibin, çi karî dikin bila bikin, xwedî kîjan baweriyê û bîrdoziyê dibin bila bibin bila ji bo yekitiya gelê Kurd  di bin sîwana Platforma Yekîtiya Jinên Kurd de bigihîjin hev.”