ROJEVA 28'Ê SIBATA 2026'AN 2026-02-28 09:00:00     * Delegeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Safiye Akdag destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî ya Kurd bi taybetî bi berxwedana Rojava eşkere bûye û diyar kir ku jin aktorên sereke yên vê yekitiyê ne ku hem bedel dane û hem jî ev yekîtî xurt kirine û bal kişand ser girîngiya dîrokî ya yekîtiya neteweyî ji bo pêşeroja Gelê Kurd. DÎMEN HEYE   * Dayikên Aştiyê bertek nîşanê dorpêça Kobanê ya 40 roje didome, dan û wiha gotin: “Madem li hevkirin madem peyman heye ev dorpêç çima didome? Ger bi peymana hatiye kirin aştî pêk bihata wê dorpêç jî bidawî bûna. Ger aştiyê bixwazin divê vê dorpêçê rabikin. Divê hemû cîhan ji bo Kobanê rabe ser piyan.” BI DÎMEN    * Endama Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û aktîvîsta TJA’yê Gulbahar Denîz da zanîn ku îsal di bin siya êrîşên li ser destkeftiyên jinan, zextên siyasî, xizanî û qetilkirinên jinan 8’ê Adarê pêşwazî dikin û got: “Mezinkirina piştevaniya jinê û hûnandina xeta têkoşîna enternasyonalîst ferz e.” BI DÎMEN    *Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên anî ziman ku hikûmeta demkî ya Şamê hebûna jinan qebûl nake, mafên wan nas nake, li dijî vê hişmendiyê jin di nava têkoşînê de ne û ji bo di destûra nû de cîh bigrin her di nava çalakî û xebatan de ne. BI DÎMEN    * Parêzvana mafan Hatîce Onaran ku piştî taloqkirina cezayê xwe hat tahliyekirin wiha got: “Sûcê me piştevaniya mirovahiyê ye. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Binpêkirinên mafan aşkera tên kirin. Divê dewlet berpirsyariyê bigire, mafê aştî û hêviyê pêk bîne.” DÎMEN HEYE   * Li Tirkiyeyê destkeftiyên jinan bi sed salan e bi destê dewlet-mêr di bin êrîşan de ne. Jin bexwedana li dijî hemû êrîşan dimeşînin dibin 8’ê Adaran û daxwazên civakeka wekhev, azad û demokratîk bilind dikin. DOSYA   *Ebru Gunay, diyar kir ku divê şert û merc ji bo Abdullah Ocalan werin afirandin da ku bi awayekî azad bixebite û got, "Pir girîng e ku pêvajoyek were afirandin ku aktorê sereke bikaribe bi awayekî azad bi raya giştî ya cîhanê re hevdîtin bike û vê yekê rasterast bi rêxistina xwe re nîqaş bike. Divê rêziknameyên qanûnî yên pêwîst ji bo avakirina civakek demokratîk bêyî derengmayîn werin çêkirin." BI DÎMEN