‘Mafê hêviyê ne mijara bazara siyasî ye’ 2026-02-26 12:53:10   Buşra Turan   AGIRÎ - Hevseroka DBP’a Agiriyê Şîlan Turga balkişand ser nepêkhatina mafê hêviyê û got: “Mafê hêviyê mijareke mirovahî ye. Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Em behsa azadiya fîzîkî dikin. Birêz Ocalan pêşiya jiyana demokratîk û aştiyane vedike.”   Tevî biryara Dageha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ku seranserê jiyanê girtina kesekî li dijî rûmeta mirovahiyê nirxand, Tirkiye ev 12 sal in tu gaveke şênber di vê mijarê de navêtiye. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Agiriyê Şîlan Turga diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê ne tenê mafê hêviyê, gelek mafan binpê dike û daxuyakirin ku mijar divê ne li ser bazarên siyasî, di esasa maf de bê nirxandin.   ‘Mafê hêviyê ne mijara bazara siyasî ye’   Şîlan Turga daxuyakirin ku tevî  12 sal di ser biryara DMME’yê ya der barê Abdullah Ocalan de derbas bûye Tirkiyeyê gavek şênber navêtiye û wiha got: “Ev saleke tevî pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî tu gav der barê mafê hêviyê de nehatiye avêtin. Ev mijar divê ne li ser nîqaşên polîtîk, li ser bazara siyasî, divê wek mijareke maf bê nirxandin. Em mafê heviyê wek mafê mirovahî dibînin. Ev maf ji bo Birêz Ocalan û hemû girtiyan mafekî esas e. Lê hikûmeta Tirkiyeyê li şûna vê bigire rojeva xwe, tecrîdê didomîne."   ‘Naskirina zimanê Kurdî ji bo Kurdan mijara hebûnê ye’   Şîlan Turga balkişand ser rapora komîsyona li meclîsê û got tevî vê di mijara ziman de tu gav nehatine avêtin û wiha bi lêv kir: “Pêvajo ne bi gotinan divê bi pratîkan pêş bikeve. Di vê pêvajoya ku jiyaneke wekhev û bi hev re tê axaftin de hîna têgehên ‘Tirkiyeya bê teror’ tê kirin. Kurd vê qebûl nakin. DEM Partî, tevgera azadiya Kurd, Birêz Ocalan xesas û erênî bi baldarî nêzî pêvajoyê dibin. Ji ber vê jî gotinên wisa ne li gorî pêvajoyê ne. Tevî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, divê di komîsyonê mijara ziman bihata destgirtin. Ziman ji bo Kurdan mijara hebûnê ye. Ji ber vê divê bi awayekî cidî bê destgirtin.”   ‘Daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e’   Şîlan Turga destnîşan kir ku yekane daxwaza wan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û got: “Ji mafê hêvî û tecrîdê wêdetir em behsa azadiya fîzîkî dikin. Azadiya Birêz Ocalan wê pêşiya jiyana aşatiyane û demokratîk a li Tirkiyeyê vebike. Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Em li her qadê daxwaza azadiya fîzîkî tînin ziman.”