KESK'ê bernameyên xwe yên 8'ê Adarê eşkere kir 2026-02-25 13:23:06   ENQERE - KESK'ê tekildarî 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bernameya xwe ya çalakiyan eşkerae kir. Sekretera Giştî ya KESK'ê Done Gevher bi lêv kir ku ji Rojava heta Filîstîn, ji Afganistanê heya Îranê ew ê bi jinên cîhanê re têkoşîna xwe bilind bikin.   Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cameweriyê (KESK), bernameyên xwe yên 8(ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li navenda xwe ya giştî ya li navçeya Çankayayê ya Enqereyê eşkere kir. Hevseroka Giştî ya KESK'ê Ayfer Koçak, endam û rêveberên KESK'ê di daxuyaniyê de amade bûn. Di eywana daxuyanî lê hatiye xwendin de pankarta “Li dijî tundî û xîzaniyê em têkoşîna laîk, aştî û azadiyê bilind dikin” hat vêkirin. Metna daxuyaniyê Sekretera Giştî ya KESK' Done Gevher xwend.   Done Gevher jinên karker, jinên Rojava, Îran û Afaganîstanê ku li dijî zordestiyê têdikoşin silav kir û bal kişand ser polîtikayên desthilatên li dijî jinan û ev tişt gotin: “Bi projeyên MASEM'ê zarokên jin didin xizmeta sermayayê û jinên zarok û ciwan rastî destdirêjayiya zayendî tên. Mînaka wê ya herî şenber jî bûyera li Meclise bû. Jinên karker nekarin heqê xwe bigirin. Rojê herî kêm 3 jin tên qetilkirin. Sedema vê yekê jî polîtikayên bêcezahiştinê û hişmendiya kevnperest a desthilatê ye. Deshilat bi terîqet û cemaetan destkeftiyên jinan ji holê radike û qanûnên ku jinan diparêzin ji holê radikin. Desthilat hemû azadiya jinan ji holê radike û dema jin daxwazên xwe tînin ziman jî zexta binçavkirin û girtinê li jinan dike. Di girtîgehan de jin tên tecritkirin. Li dijî van sepanan em bang li jinan dikin ku dengê xwe bilind bikin.”   Di berdewama axaftina xwe de Done Gevher destnîşan kir ku li Rojava êrişên li dijî azadiya jinan pêk tên, jin israra xwe ya azadiyê bilind dikin û pê de çû: “Li Rojava êrişên li ser laşê jinan weke berdewama qirkirina zayendî li dijî jinan berdewam dike. Li Afganîstanê jî jin li hemû qadên jiyanê tên dûrxistin. Em ê bi hemû jinên cîhanê re ji bo azadiyê di têkoşîna xwe de israr bikin. Ji Rojava heta Filîstînê, Îran û Afganîstanê em ê dengê xwe bilind bikin û teslîmî taritiyê nabin. Di vê 8ê Adarê de jî em ê li cihên dixebitin û hemû qadên jiyanê li qadan bin.”   Di dawiya axaftina xwe de Done Gevher derbarê bernameyên 'ê Adarê yên KESKê de jî ev tişt gotin: “Em ji 27'ê Mijdarê heta 8'ê Adarê bernameyan li dar dixin. Di navbera 28 û 1'ê Adarê de em ê serdana jinên karker ên li ber xwe didin bikin. Di 3'yê Adarê de jî li ser pirsgirêkên karkerên jin em ê gotobêj û nîqaşan bikin. Di 4'ê Adarê de jî em ê ji jinên girtî re qertan bişînin. Di 7ê Adarê de jî em tevlî çalakiya Mirovên Şemiyê bibin. Di 8'ê Adarê de jî em ê li her derê bi meşên şevê û çalakiyan li dar bixin.”