Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya 2026-02-25 10:53:09   ENQERE - Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi rojeva, geşedanên Rojhilata Navîn, cîhanê, hevdîtina şandeya Îmraliyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û peyama Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê, civiya.   Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, li navenda giştî ya partiyê civiya.   Di rojeva MYKa DEM Partiyê de, geşedanên Rojhilata Navîn, cîhanê, hevdîtina heyeta Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û peyama Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê civiya. Herwiha tê payîn ku di civînê de dê rapora Komîsyona Meclise û niha şûn vê tiştên divê bê kirin, serdana Numan Kurtulmuş a ji bo partiya wan, bernameyên 8'ê Adarê û Newrozê û plansaziya van rojevan jî dê bên nîqaşkirin.