Dîmenê tundiya li hemberî jineke li Îranê hat weşandin 2026-02-25 10:46:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Dîmenê ku hêzên rejîma Îranê tundiyê li jinekê dikin ji aliyê Hengawê ve hate weşandin.   Di dîmenê ku dema xwepêşandanên li Îranê hatiye kişandin de, tê dîtin ku  komek hêzên çekdar ên girêdayî rejîmê jinekê binçav dikin û tundiyê li jinê dikin.   Komeleya Mafê Mirovan a Hengawê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal dîmen parve kir. Di dîmenan de tê xuyakirin ku komekî hêzên çekdar ên girêdayî rejîmê, jinekê bi lêdanê binçav dikin. Herwiha di dîmen de tê dîtin ku jinekê din jî ji ber ku hewld dide tundiyê asten bike rastî êrişa koma çekdar tê. Cî û dîroka dîmen nehate zanîn.