Ji bo komcivîna platforma yekîtiyê bang 2026-02-25 09:05:15   Rabia Onver-Rojda Aydin    AMED – Sekreteryaya Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Laleş Bîçîmlî diyar kir ku bi sedsalan e ji ber parçebûnê birînên kûr li ser Gelê Kurd çêkirine û banga yekîtîyê bi pêşengiya jinan kir. Laleş Bîçîmlî got, “Dema ku em yekgirtî bin em bihêz in” û teqez kir ku têkoşîna jinan hem garantiya mafên Gelê Kurd û hem jî mafên jinan e.   Birînek heye ku bi sedsalan e di bîra Gelê Kurd de heye; birînek ku ji ber veqetandinê kûrtir dibe, bi bêdengiyê re xwîn diherike. Ev birîn ne tenê çîrokeke rabirdûyê ye û ne jî tiştekî tenê di nav xetên dîrokê de veşartî ye. Ew îro jî zindî ye, ew îro jî dişewite. Birîna yekbûyînê ku bi salane kûr bûye. Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li dijî vê yekê li ser esasê yekîtiyê xwe ava kir. Platforma ku ber bi kongreyê ve diçe di 2’yê Adarê de komcivîna xwe li dar dixe.   Sekreteryaya Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Laleş Bîçîmlî, têkildarî mijarê axivî û bangewazî kir.   Laleş Bîçîmlî anî ziman ku birîna kurdan a bi salan neyekbûn e û bi lêv kir ku bi sedsalan e kurd nebûne yek û ji ber ku nebûne yek jî bi ser neketine, parçe mane. Laleş Bîçîmlî diyar kir ku îro rewşeke derketiye holê ku kurd bixwazin dikarin bibin yek û got, “Gelê Kurd dema bibin yek jî xurt in û bi hêz in. Di vê rewşê de me dît ku kurd dibêjin ‘ger ku îro nebin yek kengî bibin yek?’ Ji ber vê yekê em dibêjin ew dem ev dem e. Her kurdên ku dibêjin ez kurd im vê berpirsyariyê bigire ser milên xwe û bi vê berpirsyariyê tevbigere. Gelê Kurd divê rol û misyona xwe baş bilêyze û ji bo yekîtiyê çi hewce be divê bi cih bîne. Divê hemû kes destên xwe nekin bin kevir, destên xwe bikin bin zinaran.”   Armanca avakirina platformê   Laleş Bîçîmlî, destnîşan kir ku armanca avakirina platformê ji bo pêkanîna yekîtiya jinên kurd e û ev tiştan anî ziman, “Em ji wê bawer in ku jin bixwaze dê mêran jî bike yek. Bi hêz û baweriya jinê dê hemû gel bibin yek. Navê wê çima yekîtiya jinên kurd e? Îro jin tên qetilkirin, jin her wiha ji ber nasnameya xwe ya kurdî jî tên qetilkirin. Jin du caran tên qetilkirin û pelçiqandin. Armanca me jî ew e ku jinên di van rewşan de derbas dibin piştgiriyê bidin wan û em bi hevdu re bin da ku em xurt bibin. Bila dengê me xurt derbikeve ku em bi ser bikevin.”   ‘Ev platform dê heta dawiyê mafê jinê biparêze’   Laleş Bîçîmlî da zanîn ku platform di sala 2017’an de bi pêşengiya jinên ku ne li vir in û di girtîgehan de ne hatiye avakirin û wiha pê de çû, “Em jî îro berdewamiya wan in. Em bawer dikin ku piştî me jî dê ev platform bidome. Em bi xurtbûna jinê bawer in ku ev platform dê bi ser bikeve û hemû kurdan bigihîne hevdu. Her wiha ev platform dê mafê jinan jî biparêze û bi dest bixe. Ji ber ku jin gihiştiye asteke wisa ku êdî tu tişt nikare wan bide sekinandin. Me di vê pêvajoyê de dît ku keziyê jinê hat jêkirin û gelek tiştên hovane pêk anîn ku mirov nikare bîne ser ziman. Ligel vê yekê jî jinên kurd ew qas xurtbûn ku bûn wek meşale û bawerîyekê. Bû encamek wisa ku ne bi tenê jinên kurd, hemû jinên cihanê anî ligel hev. Ev platform dê heta dawiyê bidome, ji ber ku mafê jinê diparêze.”   Li çar parçeyê Kurdistanê û cihanê mafê jinê diparêzin   Laleş Bîçîmlî teqez kir ku ji avakirina platformê heta îro xebatên wan bênavber didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Em bi taybetî li ser rewşa jinê disekinîn. Li çar parçeyê Kurdistanê û tevahiya cihanê jin bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Mînak îro li Îranê jin nikare porê xwe veke û nikare bi dengê bilind biaxive. Dema van bike tên qetilkirin. Lê li vir jî jin ji aliyê xizmên xwe yên mêr ve, li Rojava jî di şer de tên qetilkirin. Her wiha li başûr beriya sê salan suneta li ser jinê hebû. Her wiha digotin zarokên keç ên 9 salî dikare bizewice û vê weke zagon dixwestin derbas bikin. Lê jin li hember vê yekê rabûn li ser piyan û destûr nedan ji zagonê derbas bibe. Xebatên me yên li ser jinê bi vî awayî berdewam dike.”   Banga ji bo komcivînê   Laleş Bîçîmlî di dawiya axaftina xwe de ji bo komcivîna ku di 2’ê Adarê de wê li dar bixin bangawazî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Ev bangawaziya me ya komcivînê ji bo kongreyê ye. Em dibêjin êdî bes e. Bila Gelê Kurd bibe yek û yek deng. Divê dengê xwe bigihînin asta herî jor da ku bi ser kevin. Em niha qels in. Dema ku dengê te kêm be tu qels î. Dema tu xurt bî dengê te jî xurt dibe. Ji ber vê yekê jî ev banga me ya komcivînê ye. Divê Gelê Kurd rol û mîsyona xwe bifikirin û bê berjewendiyên xwe bifikirin. Kesên ku dibêjin ‘ez kurd im’ divê vê rol û mîsyona xwe pêk bîne. Ger ku em nebin yek em tune ne. Di vê kongreyê de jî daxwaza yekbûyînê ye. Yekbûn dermanê me ye. Sedema birîna me ne yekbûyîn e. Divê hemû kes di vê kongreyê de cih bigire, ger ku negire ez ê bi şik li kurdewariya wan binêrim. Em hatine asteke wisa ku em dikarin bibin yek. Dema di êrîşên li ser Rojava de ev yek baş derket holê û hemû kes bûn yek. Me dît ku me hin tişt jî bi dest xistin. Dema ku em bixwazin em dikarin gelek tiştan bikin. Bangawaziya me yekbûyîn e. Em dibêjin kurdno werin em bibin yek. Bila jin jî werin em vê li mêran ferz bikin bi hevre vê yekîtiyê ava bikin.”