Li Kela Wanê peyama 8'ê Adarê 'Bijî tekoşîna jinan' 2026-02-23 13:56:36   WAN - TJA di çarçoveya çalakiya 8'ê Adarê de li Kela Wanê daxuyaniyek da, Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em bang li jinan dikin ku di bin sîwana Konfederasyona Jinên Demokratîk de tevlî têkoşîna wekhevî û rizgariya jinan bibin li dijî êrîşên gerdûnî."   Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya çalakiyên  8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Kela Wanê çalakiyek li dar xist. Jinan bi cilên neteweyî tevlî çalakiyê bûn. Çalakiya ku gelek jin beşdar bûn bi gerandina govendê dest pê kir. Pankarta "Em bi berxwedanê xwe azad dikin, civakek demokratîk ava dikin" hat vekirin. Metna daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA'yê Arîfe Aslan ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    'Wekî Tevgera Jinên Azad (TJA)  meşaleya berxwedanê ya ku ji hêla jinên karkerên tekstîlê yên New Yorkê ve di sala 1857'an de, bi bedelê jiyana ve xwe hat pêşxistin, em îro li axa kevnar a Mezopotamyayê bi şarezahiya jinê ya bi hezar salan ve vediguherînin meşa azadiyê.   Dema ku em 8'ê Adara 2026'an pêşwazî dikin, em ne tenê ji bo rojekê derdikevin qadan, lê di heman demê de bîranînek sedsalî ya li dijî kuştina jinan, îradeyeke bê dawî ya ji bo azadiya civakî û soza jiyanek nû hembêz dikin. Ji bo me, ev 8ê Adarê îlankirina serkeftinê a ji bo rengê jinan li dijî tarîtiya mêraniyê û ji bo hişmendiya azadiyê a li dijî zincîrên koletiyê ye.   Îro, cîhan di nav lepên qeyranên binyadî yên ku ji hêla modernîteya kapîtalîst û qeyranê "şerê cîhanê yê sêyemîn" ve hatine afirandin de ye. Bê guman bedela herî giran a vê qeyranê ji hêla jinan ve tê dayîn û li hemberî vê ku vê tarîtiyê ji holê rake; Perspektîfa dîrokî ya ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de pêşkêş kir, wekî şefeqa demokratîk a herî berbiçav li ber me radiweste.   Ev îradeya çareseriyê, ku li dijî pergala tecrîdê hatiye raberkirin, îspat dike ku aştî tenê bi azadiya jinan ve pêkan e. Ji ber vê yekê, azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan mifteyek girîng e ji bo mayîndehiya aştiya civakî û avakirina pêşerojek demokratîk.   Ev îradeya çareseriyê, ku di 27'ê Sibatê de pêk hat, îro di Şoreşa Jinan a Rojava de bûye rastiyek zindî. Rojava ne tenê cihê berxwedanê ye, di heman demê de qada azadiyê ye a ku ji aliyê jinê ve têl bi têl jiyanek nû lê tê honandin e.   Parastina vê mîrateya şoreşgerî û avakirina xeta Yekîtiya Neteweyî ya ku ji hêla jinan ve li her çar perçeyên Kurdistanê tê rêvebirin, sedema dîrokî ya hebûna me ye. Ev ruhê yekîtiyê, ku ji parçebûnê derbas dibe, keleh û destkeftiya herî mezin a gelên ku bi hişmendiya neteweyî ya demokratîk ve hatine yek kirin e.   Di dilê vê xetê de em modela Jiyana azad a wekhev wek alternatîfa li hemberî pergala xwedî lê derketine re dibînin. Em bi hîşmendiya jinan a ku li qeraxên Dîcle û Firatê şîn bûye; jiyanek demokratîk, jina azad û civakek azad ava dikin û mêran ji qodên serdestiyê rizgar dikin.    Ev model zerba herî mezin a li dijî koletiyê ye û îfadeya herî berbiçav a îdeala me ya jiyana sosyalîst e.   Wekî berhevoka van hemû pêvajoyên berxwedan û avakirinê, em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku di bin sîwana Konfederasyona Jinên Demokratîk de li dijî êrîşên gerdûnî tevlî têkoşîna hevpar û jiyana rizgariya jinan a demokratîk bibin.     Em, wekî jinên TJA yê; careke din li bajarê Wanê bang dikin:   Di 8'ê Adara 2026'an de, em ê qadan ne tenê bi dirûşmeyan, bi felsefeya ku jiyan bi xwe ye  "Jin, Jiyan, Azadî" ve tijî bikin. 8'ê Adarê ne tenê rojek berxwedanê ye, ew êdî ji  bo me roja pîroz kirin û avakirina jiyanek nû ye. Ji bo ku em îrade û  dengê jiyana xwe zêde bikin, em hemû jinan di hefteya 8'ê Adarê de vedixwînin berxwedan û avakirinê.   Bijî tekoşîna jinan a rêxîstinkirî!   Bijî tekoşîna jinan!   Jin, Jiyan, Azadi!"   Daxuyanî bi dirûşma Açıklama, “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.