ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2026'AN 2026-02-23 09:00:00     * Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Hediye Yûsif der barê hevdîtinên entegrasyonê yên li Rojava didomin de axivî û got divê mafên gelê Kurd bi destûra bingehîn bên mayîndekirin û got: “Peymanek heye û divê dorpêça li ser Kobanê bê rakirin. Ger ev pêk neyê wê pêvajo xeter be.”   * DÎKASUM ku 8 sal şûnde piştî qeyûman ji nû ve hat vekirin, piştgiriya piralî dide jinan û di 2025’an de 393 serlêdan ji bo saziyê hatin kirin. Civaknas Evîn Ezen Alp da zanîn ku serlêdan ne tenê der barê tundiya fîzîkî de ye û got jin bi daxwazên aborî, psîkolojîk û piştgiryên din serî li navendê didin. DÎMEN HEYE    * Nivîskara Kurd Elîf Gemîcîoglu Yavîç der barê bidestxistina statuya ji bo Kurdî nirxandin kir û wiha got: “Ji bo entegrasyonê divê zimanê dayikê bibe zimanê fermî. Bi zimanê dayikê perwerdehî yek ji mafê sereke ye. Ger dewlet cidî be, divê Kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê.” DÎMEN HEYE    * Di şertên ku kolan hatine girtin, şer giran bûye de jin, tevî rejîmên cuda xeta hevpar a berxwedanê ava kirin û daxwaza civaka demokratîk û azad bilind kirin. DOSYA