Ji Şengalê heta Rojava: Heman zîhniyet, gefeke bêdawî 2026-02-18 09:03:03   Rojda Aydin    AMED - Naem Bedel êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser civaka Êzidî yên li Şengalê yên di sala 2014’an de bi bîr xist û diyar kir ku heman zîhniyet niha li ser Rojava tê rêvebirin û bal kişand ser xetereya êrîşên nû yên hem li ser Şengalê û hem jî li ser Rojava. Naem Bedel girîngiya jiyanî ya berxwedanê destnîşan kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku bêdengiya xwe bişkînin.     Şengal, yek ji birînên xwînrij ên Rojhilata Navîn e. Tevî van hemû salan jî di bin siya pirsgirêkeke neçareserkirî de dijî. Komkujî, dersînorkirin û kolekirina civaka Êzidî ya ji aliyê DAÎŞ’ê ve di sala 2014’an de ne tenê wekî yek ji beşên herî tarî yên serdemekê, lê di heman demê de wekî yek ji beşên herî tarî yên dîroka mirovahiyê jî di bîra mirovan de hatiye nivîsandin. Îro, tê destnîşankirin ku heman zîhniyet di êrîşên li ser Rojava de bi nav û şêweyên cuda ji nû ve derketiye holê.   Jina Şengalî Naem Bedel bûyer û xetereyên muhtemel bi bîr xist û destnîşan kir ku êrîş, ji berxwedana li Şengalê bigire heta yên li Rojava, ne tesadufî ne û hem gel û hem jî hêzên navneteweyî ji bo karesateke nû ya nêzîk hişyar kir.     Li dijî DAÎŞ’ê berxwedanek mezin   Naem Bedel bi bîr xist ku di 10’ê Hezîrana 2014’an de DAÎŞ kete Mûsilê û wê demê derdora Şengalê hemû girtî bûye, hemû tijî DAÎŞ bûye û xwe tê de cih kirine. Naem Bedel destnîşan kir ku piştî du mehan di 2’yê Tebaxa 2014’an de DAÎŞ’ê êrîşê gundên Girzerik û Siba Şex Xidir kiriye, êrîş wê demê şev destpê kirine û heta serê sibehê berdewam kiriye. Naem Bedel da zanîn ku li hember hemû êrîşan jî li wan gundan li dijî DAÎŞ’ê berxwedanek mezin pêk hatiye û gelê wê derê rizgar bûye.   7 rojan li Çiyayê Şengalê man   Naem Bedel bi lêv kir ku di dema fermanê de ji ber êrîşên DAÎŞ’ê wan berê xwe dane Çiyayê Şengalê û wiha domand, “Wê demê em heft rojan li Çiyayê Şengalê man. Me li wir gelek zor û zehmetî dît. Ji ber ku bi roj gelek germ bû û şev jî sar bû. Dema ku şer hat çiyê av têra wê derê nekir, xwarin tunebû hemû kes birçî bû. Civaka êzîdî ji ber germê, bê av bûn û ji birçîbûna jiyana xwe ji dest didan. Dema di rê de bûn DAÎŞ’ê wan dikuşt. Bi hezaran jin û zarokên Êzîdî li wir hatin girtin. Heta ku cîhan hebe dê civaka Êzîdî hişyar be. Em fermana wê demê tu carî ji bîr nakin. Ji ber ku ew roj rojeke gelek zehmet bû. Dema DAÎŞ hate Şengalê gelek kesên Êzîdî di malên xwe de man, nereviyan.”   Heman zihniyet êrîşî Rojava dike   Naem Bedel destnîşanê êrîş û dorpêşa li ser Rojava kir ku DAÎŞ’ên ku êrîşê Şengalê kirin, bi heman zihniyetê êrîşên Rojava dikin. Naem Bedel wiha pê de çû, “Li vê derê bi ser navê Îslamî êrîşê Şengalê kirin, niha bi heman hişmendiyê êrîşî ser Rojava jî dikin. Gelê kurd, durzî, ereb jî parçeyek gelê Sûriyeyê û Rojava ne. DAÎŞ bi eşîrên ereb ên wê derê ve di bin navê dewleta ereb a Sûriyeyê de êrîşî Rojava dike. Ji ber ku reîsê dewletê bi xwe emîrê DAÎŞ’ê yê herî mezin e. Ji ber vê yekê îro ew êrîşên xwe dibin li ser Rojavayê Kurdistanê. Ev bi rojen e Kobanê di bin dorpêçê de ye û berxwedanek tê meşandin. Rojava ji tunebûnê hebûn çêkir. Di 2014’an de dema DAÎŞ’ê êrîşê Kobanê kir tu tax û kolanên ku xira nebûbûn nemabû. Lê belê Kobanê careke din xwe nûjen kir. Îro dixwazin dîsa wêran bikin. Destûr nadin ku pêdiviyên jiyanî û alîkarî derbasî Kobanê bibin. Dema êrîşê Kobanê kirin av û ceyrana wê derê qut kirin. Gelek pirsgirêkên tenduristiyê heye û destûr nadin derman derbasî Kobanê bibe. Îro heman fikir, zihniyet û şexs êrîşî Rojava dikin.”   ‘Colanî ne dostê kurdan e’   Naem Bedel da zanîn ku di sala 2014’an de bi navê Cebhatin Nisra êrîşê Rojava hatiye kirin û li ser navê DAÎŞ’ê jî êrîşê Şengalê kirin û ev tiştan anî ziman, “Bi navê dewleta Sûriyeyê ya ereban êrîşê kurdan û Rojavayê Kurdistanê dikin. Mirov DAÎŞ be, hişmendî û fikra wê DAÎŞ be baweriya me pê nayê, dostanî pêk nayê. Her kesek jî zane ku Colanî ne dostê kurdan e.”   Tehlûkeye êrîşan a li dijî Şengalê     Naem Bedel teqez kir ku êrîşên li ser Rojava berdewam dikin û îhtîmala tehlûkeya êrîşên DAÎŞ’ê ya li dijî Şengalê jî wiha anî ziman, “Êrîşên li dijî Rojava berdewam dikin. Gelê Rojava li hember êrîşan hişyar e. Lê di heman demê de li dijî Şengalê jî xeteriya êrîşan heye. Em bang li hemû pêkhateyên li Şengalê heye dikin ku vê xeteriyê li ser xwe jî bibînin û pêşiya vê xeteriyê bigire, pêşiya siyaseta qirêj bigire. Xetereya li ser Şengalê ku heye, gefên Tirkiyeyê û DAÎŞ’ê heye. Her kesên ku gefan li Şengalê dixwe dibêje ‘ez ê derbasî Şengalê bibim.’ 12 sal berê Şengal hat wêrankirin û piştî wan êrîşan şûnde ji nû ve xwe ava kir. Hemû kesan bi derfetên xwe malên xwe çêkir. Ne dewletan û ne jî hikûmeta herêma Kurdistanê alîkariya gelê Şengalê nekir ku malên xwe çêbikin. Şengal piştî ku hat avakirin şûnde dixwazin careke din xirab û wêran bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku bila nebêjin ber bi me ve nayê, bila nebêjin êrîşî me nakin û dê êrîşên me nekin. Ger ku xaka Şengalê be ev êrîş li dijî hemû kesan e. Di 2014’an de çawa ku êrîşê hemû kesan kirin, îro jî bi heman awayî êrîşê gelên li Rojava dikin. Bi navên DAÎŞ’ê, Tirkiye, hikûmeta Iraq an jî pêşmergên roj bin û bi navên din be jî hedef û armancên wan Şengal e. Em dixwazin gelê me yê Şengalê hem li hember van êrîşan deng derbixe û hem jî îhtîmala êrîşek li dijî Şengalê bibe re amade bibe. Em dixwazin gelê me li berxwe bide. Îro di hemû aliyan de di aliyên pêdiviyan de hertim amadekariyên xwe bikin. Ger ku rojek Şengal bê dorpêçkirin bila tu kes nebêjin ji birçîna yan jî bê dermaniyê mirin. Di her aliyê de divê amadekariyên xwe bikin. Hem îro ji bo Rojava û hem jî ji bo Şengalê divê hemû kes li berxwe bide. Bi berxwedanên xwe van planên qirêj vala derxînin.”   ‘Pêşiya vê karesata mezin bigirin’   Naem Bedel di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya dewletên navneteweyî ku ji bo Rojava deng dernaxin û got, “Dema welatî bên kuştin ne xema wan e. Xema wan berjewendiyên wan in. Xema wan ne gel û ne jî mirovî ye. Ji ber vê yekê em bang li hemû cihanê û dewletên navneteweyî dikin. Bila dev ji bêdengiyê berdin, pêşiya hinek tiştan bigirin. Pêşiya vê karesata mezin bigirin. Bila bajarê me neyê wêrankirin, cih û warên wan neyên talankirin, komkûjî neyên kirin. Ji kîjan olê dibin bila bibin bila nekevin destên DAÎŞ’ê û li bazaran neyên firotin.”