ROJEVA 18'YÊ SIBATA 2026'AN 2026-02-18 09:00:00     *Naem Bedel êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser civaka Êzidî yên li Şengalê yên di sala 2014’an de bi bîr xist û diyar kir ku heman zîhniyet niha li ser Rojava tê rêvebirin û bal kişand ser xetereya êrîşên nû yên hem li ser Şengalê û hem jî li ser Rojava. Naem Bedel girîngiya jiyanî ya berxwedanê destnîşan kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku bêdengiya xwe bişkînin.  DÎMEN HEYE    *Mirinên gumanbar ên jinan ji komkujiyên jinan ên piştrastkirî derbas kirine. Rêxistinên jinan destnîşan dikin ku dozên ku bi navê “întîxar” an “qeza” têne girtin, bi bêcezatiyê rê li ber komkujiyên nû vedikin.  DÎMEN HEYE    *Mirinên gumanbar ên jinan ji komkujiyên jinan ên piştrastkirî derbas kirine. Rêxistinên jinan destnîşan dikin ku dozên ku bi navê “întîxar” an “qeza” têne girtin, bi bêcezatiyê rê li ber komkujiyên nû vedikin.   DÎMEN HEYE   *Azîme Işik da zanîn di vê pêvajoyê de divê jin di diyarkirina strajiyede rola pêşeng pêş bixe, polîtîkayê pêş bixîne û gotina xwe bêje. Azîme Işik der barê nîqaşên ku bi êrîşên li ser Rojava derketine holê jî wiha got: “Yek ji lingê esas yê komploya navneteweyî jî rêhevaltiya qels bû. Îro jî li gorî min qelsiya rêhevaltiyê heye. Divê ev bê temakirin, yanî sererastkirin.”DÎMEN HEYE   *Pîştî peymana di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Şamê de xalên peymanê dikevin meryetê. Yek ji wan xalên peymanê jî vegera bi ewle ya koçberên Efrînê ye. Ji bo vegera koçberên Efrînî destpêkê wê 400 malbatên ku ji navçeya Cindirês, Şiyê û Mabata ne vegerin warê xwe. DÎMEN HEYE   *Endamên ZIWAN Kurd bal kişandin ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li Tirkiyeyê derbarê zimanên dayikê de û gotin, "Ziman dîroka civakekê ye. Ji ber vê yekê, divê qanûna zimanê dayikê ya ku ji hêla NY'yê ve hatî qebûlkirin li Tirkiyeyê were bicîhanîn." DÎMEN HEYE   *Navenda Piştevaniya Jinan û Jiyanê ya Ekîn li Mûşê hat xwestin bê vekirin lê belê ev yek ji aliyê amîrê mulkî ve bi hinceta ‘em kêfa alîgirên terorê naynin’ tê astengkirin. DÎMEN HEYE