Civîna Tîma nivîsîna rapora hevpar bi dawî bû. 2026-02-16 18:58:32   ENQERE- Civîna Tîma nivisîna rapora hevpar a Komîsyona Meclîse bi dawî bû. Endamên komîsyonê diyar kirin ku dê xebatên li ser rapora hevpar didomin.   Tîma Nivisîna Rapora Hevpar a Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî Hevgirtina Mîllî bi Serokiya Numan Kurtulmuş re 6emîn civîna xwe li dar xist. Endamê Komîsyonê yê DEM Partiyê Cengîz Çiçek, Cigirê Serokê MHPê û endamê komîsyonê Fetî Yildiz, endamê komîsyonê yê CHPê Murat Emîr, endamê komîsyonê yê AKPê Abdulhamît Gul û endamê komîsyonê yê Koma Yenîyolê Bulent Kaya ku ji bo nivîsandina raporê hatine diyarkirin, civiyan.   Piştî civînê endamên komîsyonê diyar kirin ku ew ê xebatên xwe yên amadekirina raporê berdewam bikin. Derbarê mijarê de Fetî Yildiz diyar kir ku di demeke kurt de dê xebatên wan bi dawî bibin.