Girtiya nexweş Besra Erol hat berdan 2026-02-14 11:22:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya nexweş Besra Erol a 66 salî ku berdana wê hatibû astengkirin, ji Girtîgeha Xarpêtê hat berdan.   Besra Erol a 66 salî ku di 30'yê Nîsana 2019'an de ji ber axaftina li ser gora kurê xwe Evrîm Denîz ê di 20'ê Tirmeha 2015'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di êrişa DAÎŞ'ê de hatibû qetilkirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û 7 sal û 5 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birin.   Girtiya nexweş Besra Erol ku di Girtîgeha Xarpêtê de hat girtin, diviyabû di 9'ê Kanûna 2024'an de bihata berdan, lê bi hinceta "cezayê dîsîplînê" ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê ve berdana wê salekê hatibû taloqkirin.   Piştî itiraza li biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê, biryar mehek şûnde hat betalkirin. Lê Lijneyê bi biryarên nû re, berdana Besra Erolê 6 mehên din taloq kir. Piştî 6 mehan, lijneyê dîsa 6 mehên din berdana wê taloq kir.   Besra Erol, îro careke din çû lijneyê û hat berdan. Besra Erol li ber girtîgehê ji aliyê xizmên xwe ve hat pêşwazîkirin û ber bajarê xwe Mûşê ve bi rê ket.