ROJEVA 13'YÊ SIBATA 2026'AN 2026-02-13 09:00:00   *Hevseroka şaxa ÎHD’a Wanê Ayten Kiran diyar kir ku êrîşên li hember jinên Rojava, berdewama zîhniyeta DAIŞ’ê ye û got divê demildest dorpêça Kobanê bê rakirin û wiha got: “Li Kobanê 5 zarokî ji sermayê jiyana xwe ji dest dan. Divê her kes wijdana xwe lêpirsîn bike. Em hemû bepirsin. Berpirsyariya Tirkiyeyê ku evqas nêzî deriyê sînor e heye.” BI DÎMEN    *Li Rojhilata Navîn pêvajoya ku partiyên komunîst û sosyalîst radîkal û girseyî bûn pêvajoya di navbera 1945-1979’an de dihewîne. Di pêvajoya ku xizaniya civakî ya duyemîn şerê cîhanê afirand, têkoşînên rizgariya neteweyî yên li dijî emperyalîzm û dagirkirinê hatin meşandin yek ji dînamîka herî esas a sosyalîzm bilind kir bû. JINEOLOJÎ   *Li Şirnexê yek ji pirsgirêkên tenduristiyê di qada nexweşiyên jinan û welidînê de tên jiyîn. Bajarê ku serjimara wê 570.826 e, di qada nexweşiyên jinan û welidînê de tenê 18 bijîşk hene. DÎMEN HEYE    * Sîstema netew dewlet a modernîteya kapîtalîst bi bêparkirina civakê ji azadiya wê ya aborî, koletiya bi mûçeyên kêm û artêşeke bêkaran diafirîne; lêbelê, Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan çareseriyê di xweseriya aborî ya ekolojîk û komunal a neteweyek demokratîk de dibîne. DOSYA    *Jinên tevli çalakiyên ji bo Rojava pêk tên bûn balkişandin ser dorpêça li ser Kobanê û got: “Ji bo alîkariyên mirovahî divê Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bê vekirin. DÎMEN HEYE   *Hevberdevka Tora Mafên Zarokan a Amedê û psîkolog Laleş Ongun da zanîn ku zarokên di bin şer û dorpêçê de mezin dibin bi travma kronîk re tên rû hev û ev travma nifş bi nifş tê veguhestin. DÎMEN HEYE   *Li gorî rapora Akademiya Jineolojiyê ya Rojava, li Heleb û Kobanê zarok di êrîşan jiyana xwe ji dest didin û hat diyarkirin ku ev sûcê şer e.   *Dayika Aştiyê Zekiye Kaya der barê komploya navneteweyî de axivî û got: “Heta serokê me azad nebe ne gelê Kurd ne gelê Tirk azad nabe. Em bang li hemû kesî dikin ku li dijî komployê dakevin qadan.” DÎMEN HEYE