Rapora Akademiya Jineolojiyê (3) 2026-02-12 09:03:37   Bi bendava Tişrînê re ‘êrîşa li hember mafê jiyanê’   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Akademiya Jineolojiyê, piştî HTŞ’ê Bendava Tişrînê xistiye bin kontrolê li Kobanê û Cizîrê ceyran û av hatiye birîn. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku ev pêkanîn raste rast êrîşa li dijî mafê jiyanê ye.   Di rapora ji aliyê Akademiya Jineolojiyê ya Rojava de hatiye amadekirin de, hat diyarkirin ku şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê bi çekan, li ser av, ceyran û binsesaziyê hatiye meşandin. Li gorî raporê piştî ku HTŞ’ê bendava Tişrînê xistiye bin kontrolê di serî de li Kobanê û herêmeke berfireh mafê jiyana sivîlan hedef hatiye girtin.   Di raporê de hat daxuyakirin ku Bendava Tişrînê ne tenê çavkaniya enerjiyê; bisensaziyeke mezin a sereke ya av, ceyran, xizmeta tenduristiyê ya sedhezaran kesên li herêma Kobanê û Cizîrê ava dike. Hat diyarkirin ku piştî bendav ketiye bin kontrolê, av hatiye birîn, ceyran hatiye birîn û li ser jiyana sivîlan hilweşînên mezin hatine kirin.   Nexweşxane hatin asta rawestînê   Akademiya Jineolojiyê diyar kir ku di encama birîna av, ceyranê de encamên giran di qada tenduristiyê de hatine jiyîn û nexweşxane bê bandor mane, jiyana zarok, kal û pîr û nexweşan ketiye bin rîskê. Her wiha hat daxuyakirin ku bi birîna înernetê re jî hewl hatiye dayîn ku binpêkirinên mafan neyên dîtin. Di raporê de hat gotin ku ev rewş ne tenê leşkerî, polîtîkaya cezakirineke bi zanebûn e.   ‘Ev cezakirineke kolektîf e’   Di raporê de hat destnîşan kirin ku gorî hiqûqê ya navneteweyî, bendav û enerjî wek alava şer bikaranîn, qedexe ye û got a li ser bendava Tişrînê tê meşandin sûcê şer e. Di raporê de hat diyarkirin ku bi van pêkanînan hewl hatiye dayîn ku gel koçber bibe û berxwedana civakê bişkînin.   Her wiha hat diyarkirin ku li dijî van binpêkirinên mafan divê lêprisîneke di qada navneteweyî de bê meşandin û hat diyarkirin ku av ne çek e, çavkaniya jiyanê ye.