Kobanê 22 roj in dorpêçkirî ye 2026-02-10 11:03:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Dorpêça komên ser bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya li ser Kobanê di roja 22'an de ye. Rewşa mirovî û mercên jiyanê her roj hîn giran dibe.   Tevî hevdîtinên di navbera şandeyên rêveberiya Kobanê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên bi armanca pêkanîna peymana 30’ê Çileyê, komên hikumeta demkî 22 roj e Kobanê dorpêç kiriye.   Ji ber dorpêçê rewşa mirovî li Kobanê giran dibe. Derman, şîrên zarokan, xurek û pêdiviyên sereke gelekî kêm in û rewşa debarê ya nêzî 600 hezar kesî tevî koçberan, giran dibe.   Saziya Elektrîkê ya Kobanê doh qebloyên ji ber êrişan zirar dîtibûn, sererast kirin û careke din xistin xizmetê.   Tevî dorpêça giran, li Kobanê zêdetirî 200 hezar koçber li 70 cihan hatine bicihkirin.   Şêniyên Kobanê li hemberî dorpêçê berxwedanê didomînin û weke rêya yekane ya parastina destketiyan dibînin.