ROJEVA 9'Ê SIBATA 2026'AN 2026-02-09 09:00:00     *Ilarîa Salîs beriya pêşnûmeya biryara Rojava ya ku vê hefteyê di Parlamentoya Ewropayê de tê erêkirin axivî û da zanîn ku divê nasnameya Kurd û rêveberiya xweser bikeve bin ewlehiyê û got modela demokratîk li dijî emperyalîzma global garantiya berxwedan, îstîkrar û aştiyê ye. DÎMEN HEYE    *Rêvebera DBP’ê Besra Îşsever da zanîn ku êrîşên li ser Rojava, berdewama siyaseta înkar û îmhayê ya bi Lozanê hatiye ferzkirinê ye û got: “Êrîşên DAIŞ’ê û çeteyan ne tenê li hember herêmekê ye; li hember her çar parçeyê Kurdistan û Kurdên li Ewropayê ye.” DÎMEN HEYE   *Ji Platforma Jinan a Kurd Perîhan Yogurtçu diyar kir ku dirûşmeyên ji qadan bilind dibin ne tenê daxwazek hestî ye, daxwazek siyasî ye û got: “Bi yekitiya gelê Kurd re êrîşên li ser Rojava hatin têkbirin. Ji ber vê yekitî girîng e. Yekitî êdî ne tercih e, ferz e.” DÎMEN HEYE    *Li Amedê mêrê bi navê Mahmut Çakmak hewl dabû Y. Çakmak ya ku pê re zewicandiye qetil bike û 15 sal cezayê li gumanbar hatibû birîn îstînafê xera kir. Dadgeha Bilind, diyar kir ku nakokî û lêkolîn kêm in û biryar da ku dosya ji nû ve bê dîtin.   *Parlamentera DEM Partiyê, Ayten Kordû bi lêv kir ku ferzkirina fihûşa li Dêrsim û Licê ne tesaduf e, perçeyekî ji polîtîkayên şerê taybet e û wiha got:"Hilbijartina Dêrsim û Licê ji wê rastiyê tê ku ev bajar ji hêla dîrokî ve navendên berxwedan, bawerî û nasnameya kolektîf e. Şerê taybet li dij berxwedan û nasnameya kolektîf in. Hedef ne tenê kes in, êrîşek li ser felsefeya jiyanê ye."   * Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di parêznameya xwe de bal dikişîne ser netew-dewletê û dibêje: “Netew-dewlet çareserî nîne, çavkaniya pirsgirêkan e; tekane rêya çareseriyê neteweya demokratîk e.” DOSYA