Li îdirê jinek hate qetilkirin 2026-02-07 13:35:49   ÎDIR - Welatiya bi navê Ceren Işik a 28 salî, li taxa Baglarê ya Îdirê hate qetilkirin. Têkildarî bûyerê kesek hate binçavkirin.    Li Taxa Baglarê ya Îdirê jinek hate qetilkirin. Piştî dengê tifingê yê di daîreyeke apartmanê de hate bihîstin, welatiyan agahî dan polîsan. Dema polîs çûn daîreyê jî cenazeyê Ceren Işik a 28 salî dîtin. Kesê ku tê gotin faîl e, hate binçavkirin.    Cenazeyê Ceren Işik rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.