Çalakiya nobetê ya Amedê bi dawî bû 2026-02-03 17:25:53   AMED - Çalakiya nobetê ya li Amedê li dijî êrişên li ser Rojavayê bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.   Çalakiya nobedê ya ku ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk a Amed ve li Qada Şêx Seîd a navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li dijî êrişên li ser Rojava hatibû destpêkirin, di roja 8'an de ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistina navçeya Erxaniyê ve hat dewrgirtin. Di çalakiya nobedê de ku nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyan beşdar bûn, pir caran dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava" hat berzkirin. Di çalakiyê de stranên li ser Rojavayê jî hatin gotin.   Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Ahmet Dogan di çalakiyê de axivî û diyar kir ku çalakiya nobedê ya li Qada Şêx Seîd a têkildarî Rojavayê bi dawî bûye.   Çalakiya nobedê bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.