Ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava diparêzin’ li Krasnodarê peyama piştgiriyê 2026-02-03 12:49:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kurd ên li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê jiyan dikin ji bo kampanyaya ku jinan daye destpê kirin ‘jin Rojava diparêzin’ piştgiriya xwe diyar kirin.   Li bajarê Krasnodarê li Mala Gel destpêkê civîn hat çêkirin. Jinan gotin ku ew piştgiriyê didin jinên berxwedêr û pêşeng.   Di daxuyaniyê de Hevseroka Meclîsa gel Sînema Mihemed wiha axivî: “Em wek jinên Kurd ên ku li Rûsyayê jiyan dikin, bi hêrseke mezin dibêjin ku, em van êrîşên hovane ku li ser gelê Kurd û jinên Kurd tên meşandin, qebul nakin û şermezar dikin. Bi sedan sal in dixwazin hebûna jina Kurd tune bikin. Lê belê ev qirkirin û qetlîamên ku bi taybetî li ser jinên Kurd didin meşandin wê tu caran encam negire. Ji ber ku em xwedî pêşeng in, em xwedî şervanên jin in ku îro jî li hember çeteyên DAÎŞ’ê û zîhniyeta paşverû şer dikin û li berxwe didin.”   Sînema Mihemed wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê Şoreşa Jinê ye. Ji bo wê jî em jî wek jinên Kurd bi her awayî li kêleka jinên ku niha li çeperan, li qadan, li kolanan berxwe didin e, em piştgiriyê didin berxwedana wan. Her çiqas em ji Kurditanê dûr bin jî lê dil û mejîyê me li gel wan e.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên “jin jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.