HTŞ'ê derdora Swêdayê bombebaran kir 2026-02-01 23:47:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê ragihand ku hêzên hikûmeta demkî bi 4 topan eniyên rojava û bakurê rojavayê bajarê Siwêdayê topbaran kir.   Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê daxuyand ku hêzên hikûmeta demkî îro bi 4 topan eniyên rojava û bakurê rojavayê bajarê Siwêdayê topbaran kirin. Hêzên hikûmetê ji deverên Til Hedîd, bajarê Menûsa û bajarokê Welga ve ew enî topbaran dikirin.   Fermandariyê da zanîn ku ev topbaran di çarçoveya metoda sûcên hikûmeta demkî li dijî herêmê pêk tîne de tên.