SOHR: Kobanê bêhtirî 10 roj in di bin dorpêçeke giran de ye 2026-02-01 14:27:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), diyar kir ku bajarê Kobanê bêhtirî 10 roj in di bin dorpêçeke giran de ye û nerazîbûn nîşanî bêdengiya civaka navneteweyî da.   Şêniyê bi navê A.Sh. ê ji SOHR’ê re axivî, diyar kir ku li Kobanê pêdiviyên bingehîn ên jiyanê xilas dibin.   Şênî, anî ziman ku sebze, fêkî û berhemên çandiniyê bi tevahî xilas bûne û got ku sotemenî tune ye. Her wiha da zanîn ku bi taybetî ji bo nexweşên şekir, zarok û nexweşên diyalîzê êdî peydakirina dermanan zehmet bûye.   Şêniyê bi navê A. Sh, anî ziman ku Neteweyên Yekbûyî karwanek ku tê de kêm sotemenî hebû gihandibû bajêr û got ku ev sotemenî ji bo çêkirina nan li nanpêjxaneyan tê bikar anîn. Şênî, diyar kir ku gefa birçîbûnê roj bi roj ji ber dorpêçê mezin dibe û ji ber dewamkirina dorpêçê fikarên wan zêde dibe.   Şêniyek din ê bi navê J.A jî piştrast kir ku xwarin, sebze û fêkî bi tevahî xilas bûne û got ku krîza herî giran di aliyê peydakirina avê de ye.   Ev rewş gefê li jiyana bi hezaran kesan dixwe. Bi taybetî nexweşîyên mîna virus û sîstema hezmê zêde dibe. SOHR’ê, destnîşan kir ku li Kobanê karesateke mirovî ya mezin tê jiyîn û got ku rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî bêbandor bûne.   Di daxuyaniyê de hat gotin ku berpirsyariya vê birçîbûnê û bê avbûnê hemû hikûmeta demkî ya Şamê ye.