‘Rojava ji bo jinan hêvî ye divê hemû jin bibin yek’ 2026-02-01 09:04:07   Melîke Aydin   STENBOL - Ji Karavana Gel Frîederîke Schneîder û Dapne Bauer da zanîn ku têkoşîna azadiya jinan a li Rojava serdestiya mêr ditirsîne û got: “Qetilkirina jinan divê bandorê li hemû jinan bike. Li dijî serdestiya mêr yekitiya jinan şert e.”   Êrîşên HTŞ û çeteyên girêdayê Tirkiyeyê yên li ser Rojava didomin. Li dijî êrîşan ji her derê cîhanê bertek tên nîşandan. Ji deverên cuda yên cîhanê şoreşger hatin gel hev û Karavana gel ava kirin. Ji bo piştevaniya Rojava hatin Stenbolê. Jinên di kavanê de cih girtin diyar kirin ku êrîşên cîhadîst ji bo cîhanê tehdîdek mezin e.   Frîederîke Schneîder ku yek ji jinên di karavana gel de cih digire got pergala serdest ya mêr ne tenê li Rojhilata Navîn li Almanyayê jî xurt dibe û hatiye desthilatdariyê û got: “Qetilkirin û tundiya li ser jinan her diçe xurt dibe. Divê em zêdestir li ser hêzên cîhadîst yên Rojava bisekinin. Tevgera jinan û avakirina konfederalîzma demokratîk serdestiya mêr ditirsîne. Avakirina konfederalîzma demokratîk a tevgera jinan hêzê dide me.”   ‘Em xwe bi hemû jinan re yek dibînin’   Frîederîke Schneîder di berdewamiya axaftina xwe de got çeteyên DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn xurt dibin û ev ji bo Ewropayê jî tehdîde û wiha domand: “Jinên li Rojava di bin tehdîdê de bin ez jî di bin tehdîdê de me.Ne ku ez bêjim DAIŞ bandorê li Ewropayê jî dike, ez xwe bi jinên Rojava re dibînim. Em xwe bi wan re hîs dikin.  Ya balkêş ev e ku Ewropa heta ku tiştek negihêje wan deng nakin. Heta tiştek bi me neyê em xem nakin. Lê divê em vê ji nedîtîve neyên.”   ‘Rojava hêviyê dide’   Frîederîke Schneîder wiha dawî lê anî: “Em li Ewropayê bêhêvîtiyê jî dizanîn. Rojava hêviyê dide me. Em komuna li wir nokteya esas dibînin. Bêhêvîtiya li Ewropayê kêmasiya me ye lê Rojava hêviyê dide me. Em ji hev re biyanî bûne lê li wir yekitî heye.”   ‘Li dijî êrîşan yekitî hîna ava nebûye’   Daphne Bauer jî got ew li dijî êrîşên serdestiya mêrin û wiha got: “Lê mixabin hîna yekitiyek ava nebûye. Jin îro li cîhanê xurt bibin jî hîna serdestiya mêr li dijî jinan e. Divê em xwe hîn bêtir rêxistin bikin. Li Ewropayê serdestiyeke mêr a veşarî heye. Li Ewropayê jin xwe azad nîşan didin lê rastî ne wisa ye. Dewletan her tim serdestiya mêr afirandin.”   ‘Koleyên Ewropayê jî tevli DAIŞ’ê bûn’   Daphne Bauer di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Li Ewropayê Rojava ji nêz ve tê şopandin. Welatiyên Ewropayê an jî netewên bi koka xwe ji Ewropayê jî tevli DAIŞ’ê dibin.Jin Ewropa Navîn hatin jî tevli vê dibin û divê em li dijî vê zîhniyetê bin. Divê zîhniyeta serdest ji her derê bê rakirin. Divê di vê mijarê de em hişmendiyê biafirînin. Qetilkirina jinan li ku dibe bila bibe divê jin bibin yek. Divêli dijî vê xwe rêxistin bikin. Divê hemû jinên cîhanê li dijî serdestiya mêr bibin yek.”