Li Stavropolê piştgiriya ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava Diparêzin’ 2026-01-31 19:34:18   NAVENDA NÛÇEYAN -Jinên Kurd ên li herêma Stavropol ê Rusyayê jiyan dikin, piştgiriya xwe ji bo kampanyaya “Jin Rojava Diparêzin” ragihandin   Li navçeya Stavropolê, li bajarê Novoaleksandrovskê, jinên Kurd piştgirîya xwe ji bo kampanyaya “Jin Rojava Diparêzin” ragihandin. Ev çalakî bi armanca piştgiriya berxwedana jinên Rojava û bilindkirina dengê wan hate lidarxistin.   Di çalakiyê de, Halîme Axmedova li ser navê Komîteya Jinên Kurd axivî û got ku jinên Kurd ên li Rusyayê dijîn bi hemû hêza xwe piştgiriya kampanyayê dikin. Wê destnîşan kir ku azadiya jinên Kurd, bingehê azadiya gelê Kurd û Kurdistanê ye û hêza jinan di şerê li dijî terorê de rolê bingehîn lîstiye.   Di çalakîyê de hat diyar kirin ku, her çend di destpêkê de jin û keçên Kurd bi zordariyan re rû bi rû man, lê îro wan bi berxwedan û têkoşînê bi milyonan jinên bi hêz çêkirin. Jinan her wiha piştgiriya xwe bo jinên berxwedêr ên Rojava diyar kir.   Çalakî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.