Li hemberî astengkirina alîkariyê bertek: Deriyên sînor vekin 2026-01-31 16:09:58   RIHA -  Li dijî astengiya alîkariya TIR'ên ji bo Kobanê li navçeya Pirsûs a Rihayê hatine rawestandin, Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê daxuyanî da û got: "Her deqîqeya derbas dibe ji bo zarok û welatiyên sivîl dem winda dibe. Em vir bang dikin ku bila demildest deriyên sînor vêbibe."   Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê, li dijî astengiya alîkariya TIR'ên ji bo Kobanê li navçeya Pirsûs a Rihayê hatine rawestandin daxuyanî da. Endam û nûnerên platformê, Parlmenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Omer Ocalan, rêxistina DEM Partî ya Riha û navçeyên wê, endam û nûnerên saziyên sivîl, saziyên hiqûqê, endamên baroyên Amed û Rihayê, Hevşeredarê Amedê Dogan Hatûn jî tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li cihê TIR hatinê dorpeç kirin hat dayin.   Metna daxuyaniyê Hevberdevka Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê Yildiz Ok Orak xwend. Yildiz Ok Orak destnîşan kir ku divê deriyê sînor ê Kobanê demildest vêbibe û ev tişt gotin: “Weke Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê me ji bo alîkariya Kobanê di 2 rojan de pêdiviya bingehîn a welatiyan kom kir. Alîkariyên ku me xwest bi TIR'an bişînin Kobanê hatin sekinandin. Ew helwest bi awayekî şenber astengkirina alîkariya mirovahiyê ye. Tu biryareke rêveberiyê nikarê bikeve pêşiya mafê jiyana mirovan. Her deqîqeya derbas dibe ji bo zarok û welatiyên sivîl dem winda dibe. Em vir bang dikin ku bila demildest deriyên sînor vêbibe. Berpirsiyariya neyineyeke an jî gengeşeke di navbera gel û cendermeyan derbikeve kesên vê astengiya keyfî dikin e. berpirsyar in.”   Cigirê Seroka Baroya Amedê Şîlan Çelîk jî destnîşan kir ku biryara astengkirina TIR'an li dijî hiqûqê ye û got ku divê deriyê sînor vêbe.   Parlamenterê DEM Partî yê Rihayê Omer Ocalan jî bertek nîşanî astengkirina TIRan da û ev tişt gotin: “Em dixwazin dilopek avê bigihînin Kobanê lê ew hişmendî alîkariyan dorpêç dike û asteng dikin. Ew hişmendî naxwaze Kurd dilopek av vexwe. Kobanê rûmeta me ye. Em ê têkoşîna xwe her tim bidomînin. Ew karekî miroviye. Divê hemû kes dengê xwe derbixînin ku deriye sînor vebe. Amadekariyeke mezin ji bo alîkariya Kobanê hatiyê kirin. Heta ew alîkarî bigehêje Kobanê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê bala Kurdan li Rojava be. Yekitiya Kurdan jî derketiyê hole. Em ê li her derê bi yek dengî têkoşîna xwe bidomînin.”