'Bi hêza ku em ji Rojava digirin em ê azadiyê ava bikin' 2026-01-31 14:46:00   WAN - Komeleya Jinan a Star di axaftinên  4'emîn Kongreya xwe ya Asayî de, bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û peyama "Em ê bi hêza ku em ji Rojava digirin azadiyê ava bikin" dan.   Komeleya Jinan a Star 4'emîn  Kongreya xwe ya Asayî bi dirûşma “Bi Kêziyên Azad Ber Bi Aştî û Jiyana Bê Tûndî”  li dar xist. Kongre li Hola Konferansê ya Tahir Elçi ya Baroya Wanê pêk hat û gelek jin beşdar bûn. Kongre bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna jinên ku jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Pêşkêşkirinek slayt ku xebatên komeleyê bi berfirehî vedibêje hate nîşandan.   Piştî bijartina dîvanê, ji Kooperatîfa Jinan a Evînê Yıldız Çetin axivî û bal kişand ser zêdebûna kuştinên jinan.    Di kongreya ku Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan, Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk  Gulcan Kaçmaz, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ku qyûm tayînî şûna wê hat kirin Neslîhan Şedal, Hevseroka Şaxa OHD'ê ya Wanê, Hatîce Bagci û  Seroka Komeleya Star Zeynep Demîr tevli bûn de bal hat kişandin ser berxwedana Rojava.   Kongre bi bijartina rêveberiyê û dirûşma "Jin jiyana azadî" bi dawî bû.