SOHR: Di mehekî de 24 sivîl hatin qetilkirin 2026-01-31 12:02:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Di meha Çileyê de li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de 24 sivîl hatin qetilkirin.   Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di meha Çileyê de li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de zarokek, 11 jin û 12 mêr hatine kuştin.   Der barê sûcan de, SOHR’ê diyar kir ku êriş bi mebesta diziyê, nakokiyên malbatî û sûcên din ku sedemên wan nehatin zanîn, hatine kirin.   SOHR’ê da zanîn ku van sûcan li Hums, Hema, Şam, gundewarên Şamê, Heleb, Dêrazor, Dera û Siwêdayê rû daye.