‘Li Rojava destkeftiyên jinan hedef tên girtin’ 2026-01-31 09:05:50   Rojda Aydin-Neslîhan Kardaş   MÊRDÎN - Perîhan Agaoglu ya TJA’yî diyar kir ku êrîşên li ser Rojava li ser destkeftiyên jinan in û got, “Şoreşa Rojava şoreşa jinan e. Êrîşên îro azadî û demokrasiya jinan hedef digirin.”   Êrîşên dawî yên li ser Rojava ne tenê ji perspektîfeke leşkerî û ewlehiyê ve têne nîqaşkirin, lê di heman demê de ji ber ku ew modela civakî ya ku di bin pêşengiya jinan de hatiye avakirin hedef digirin. Tecrûbeya Rojava ku li ser rizgariya jinan hatiye avakirin, wekî gefek li ser hevsengiyên hêzê yên herêmî û zîhniyeta dewletê ya serdest a mêran li Rojhilata Navîn tê dîtin û êrîşên sîstematîk ên li dijî jinan di vê çarçoveyê de têne nirxandin.   Delegeya Yekîtiya Jinên Kurd û Aktîvîsta TJA’yê Perîhan Agaoglû jî destnîşan dike ku ev pêvajo beşek ji nêzîkatiyek demdirêj e ku armanc dike îradeya jinan ji holê rake.   ‘Dixwazin komployê dîsa di kesayeta jinan de pêk bînin’   Perîhan Agaoglû diyar kir ku dewletê pergala xwe li ser tunebûna jinan ava kiriye û wiha got: “Ji ber vê yekê zîhniyeta DAÎŞ'ê dixwaze cara duyemîn li Rojava ewilî jinan tune bike. Niha ev yek ne bi destên HTŞ’ê tenê tê kirin. Dewletên serdest çima zîhniyeta Colanî anî li Rojava kir mûxatab? Ku em dizanin Şoreşa Rojava, li tevahiyê cîhanê weke şoreşa jinan hate naskirin û piştgiriyeke mezin çêbû. Şoreşa Rojava mînaka azadiya hemû jinên cîhanê bû, bihgeheke wê bû. Qadeke azadiyê ku bi dest xistibûn. Lê serdest dixwazin jin û Rojava bikevin. Heke em îro lê binêrin ev komplo îro hêj berdewam e. Zihniyeta hezar salan e. Wexta dewlet hatiye avakirin ev hatiye asta herî bilind.Têkoşîna îro li Rojava tê dayîn hem têkoşîna li hember azadiya jinan û li hember demokrasiyê ye.”   ‘Kast pergaleke bi awayekî sîstematîk a bi hezar salan e’   Perîhan Agaoglû anî ziman ku dewlet dixwazin bi hişmendiya serdest Rojhilata Navîn dizayn bikin û wiha domand: “Feraseta DAÎŞ’ê bi Tirkiyeyê, Amerîkayê, Îsraîlê re jî heye. Kast pergaleke bi awayekî sîstematîk bi hezar salan e li dijî îradeya jinan e. Dema jin civakê xurt bike ava bike tu îdeolojî nikarin xwe li hemberî vê biparêzin. Tu zihniyet nikarin xwe biparêzin. Ji ber vê yekê mînaka vê me tenê li Rojava nedît. Ekîn Wan, heval Sêvê mînaka vê ye. Lê divê em bipirsin ku ev komplo ji ku destpê dike? Dema ku behsa çareseriyê bê kirin, hin destwerdanên derve yan jî yên hundirîn çêdibin. Her dema ku li bakurê Kurdistanê behsa çareseriyê tê kirin, ev tişt çêdibin. Ne tenê li Bakur, Rojhilat, Rojava û Başûr jî di nav de ye. Ji ber ku destkeftiyên gelê Kurd ên herî mezin bûn. Mafên wan mafê zimanê zikmakî yê herî rewa ye. Di hevdîtinan de çi hate axaftin, digotin ‘ji asayîşê bigirin heta rêveberiyên xwecihî divê di zagon û makezagonan de cih bigirin’ lê wexta ku em lê dinêrin Colanî kî ye? Kesekî ku ji aliyê Îsraîl û Amerîkayê ve tê bikaranîn e.”   ‘Şoreşa Rojava şoreşa jinan e’   Perîhan Agaoglu, axaftina xwe wiha domand: “Lê weke Serokatî jî di hevdîtinên xwe de gotiye ‘heke hûn vê zemînê baş bikar neînin hûn ê bizanibin ku dîktatorekî ji Esad xerabtir an jî dîktatorekî derveyî îslamiyetê û mirovahiyê ji nû ve dê bê avakirin.’ Îro ev tişt hatin jiyîn. Divê hinekî em di vî warî de baldar bin. Car din di pêşentiya jinan de têkoşîn tê meşandin. Jin di kîjan qadê de be bila bibe jinên şoreşger rihê civakeke azad di xwe de ava kirine. Divê mirov van êrişan li hemberî vê yekê binirxîne. Li Rojava rûmeta jiyanê hate avakirin. Rûmeta jiyanê çi ye? Ji jin û zarokan bigirin heta hemû civakê xwe bi rêxistin kir. Heke li hevhatinek pêk were divê li ser heqîqeta jinan pêk were. Divê mafê gelê Kurd û mafê jinan bê nasîn. Rojava ne cihekî ji rêzê ye. Şoreşa Rojava şoreşa jinan e. Bendewariya gelê Kurd a ji Rojava ew e ku statuya wir were parastin. Statuyeke bi têkoşînê hatiye bidestxistin. Bi têkoşîneke bêhempa Şoreşa Rojava pêk hat. Îro kesê bi navê Colanî yê weke kujerên jinan li dadgehan çakêtan li xwe dikin û qiravatan girê didin û ji cezayan mûaf dibin dawiyê jî tên berdan e. Li hember vê zihniyetê û tunekirinê yekîtiya civakê, gelê Kurd, neteweyên demokratîk girîng e. Yekîtiya jinên bakurê Kurdistanê ji bo pêşerojê wê çawa bikaribe vê rêxistinbûnê mezin bike, ev girîng e. Divê rêya diyalogek û rêxistinbûyeke xurt were avakirin.  Divê em rol û mîsyona xwe rast bilîzin.”